Serdana Pilatforma Demokrasiyê ya HDP'ê hat astengkirin 2021-06-18 14:36:36     WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê li dijî êrîşa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ku di encamê de Denîz Poyraz hat qetilkirin daxuyaniyek da. Serdana endamên platformê ji bo HDP'ê ku hat xwestin bê kirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Platforma Demokrasiyê ya Wanê, li dijî êrîşa li hemberî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê li ber AVM'ya Perîvan daxuyanî da.  Hevseroka  Egitîm Sen'ê ya Wanê Hulya Adli  got, "Li gel hemû provokasyon û êrîşan, em dizanin ku çanda aştiyê li ser vê axê gelek kevnar e. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê êrîşa li ser HDP'ê bêdeng nemînin û têkoşînê bidin."   Serdan asteng kirin   Endamên Platformê piştî daxuyaniyê ber bi avahiya HDP'ê ya Wanê ve li gel dirûşma "Li dijî Faşîzmê têkoşîna hevpar"  dest bi meşê kirin. Polîsan hewl da ku endamên platformê yên ketin kolana diçe HDP'ê asteng bikin. Polîsên ku girse dorpêç kirin pişt re jî li wan da. Parlamentera  HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan bertek nîşanî astengkirinê da.    Endamên platformê ku ketin avahiya HDP'ê peyama piştevaniyê dan.