Leşkeran gefa 'em ê konên we bişewitînin' li koçeran dan xwarin 2021-06-18 14:24:11     ŞIRNEX - Leşker û cerdevanên bi ser konên koçeran ên li zozanên Elkê girtin gefa "Hûn vir terk nekin em ê konên we bişewitînin" li koçeran dan xwarin.    Li gundê Şeîbekir ê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve leşker û cerdevanan duh bi ser konên koçerên li zozanan ev 20 roj in konên xwe vedane de girt. Leşker û cerdevanan koçer li cihekî kom kirin û gef li wan xwarin.    Gef li koçeran dan xwarin    Keseke ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku leşkeran gefa kuştinê li wan xwariye û wiha got: "Duh cenderme û cerdevan hatin li qadê me kom kirin. Ji me re gotin 'heger di 10 rojan de hûn ji vir neçin em ê konên wê bişewitînin'. Li dijî vê yekê me got destûra me heye ku em li vir bimînin, lê li dijî vê derketin û gotin 'hûn bi gotina me nekin, wê nebaş bibe'. Her wiha ji me re gotin em ê cezayê pereyan li we bibirin. Em her sal tên li vir dimînin. Çima îsal wiha li me dikin?"   Hat zanîn ku ji bo koçerên wext hatiye dayîn. Lê tevî vê yekê jî koçer hêj li cihê xwe ne û ew bi israr in li wir bimînin.