Jinan ji Wanê dengê xwe bilind kirin: Berpirsê êrişê îktidar e 2021-06-18 14:23:32     WAN - Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê ji bo Deniz Poyraz daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrişên sîstematîk û wiha hat gotin:"Êriş bi destên îktidara bûye çete û bi destên şirîkê biçûk hatiye kirin. Ji aliyê hêzên di bin hîmaya Soylu de ne ev êriş bi awayekî sîstematîk hatiye kirin."   Bertekên di jî êrişên li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara partiyê Denîz Poyraz dewam dikin. Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Wanê,  aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî êriş û qetilkirina Deniz Poyraz daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de jinan pankarta "Dê kujer hesab bidin" hilgirtin û li ser navê TJA'yê Leyla Balkan daxuyanî xwend.    'Berpirsên vê komkujiyê kesên bûne sedema berdana guleyê'   Leylayê diyar kir têkiliyên tifaqa AKP- MHP'ê yê bi mafya û çeteyan re eşkere bûne û bi salan e jixwe wan ev tişt anîne ziman û wiha got:"Di van rojan de faşîstan dîsa rizgariya xwe di êrişên li ser kurdan de dibînin. Hafizeya me teze ye! Di navbera hilbijartinên di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de me dît welat bi kîjan alavan ber bi şer ve tê kaşkirin. Di demeke dengê gel li dijî polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiya jinê zêde bûye de êrişên li ser partiya me zêde bûn. Armanca vê yekê jî ew e ku dixwazin têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya jinê pêş dikeve tasfiye bikin û dixwazin dîktatortiya yekmêrî ava bikin. Dema vêya dikin li ser dijminatiya kurdan muxalefetê didin sekinandin."   'Em çiqas bêdeng bin ewqas wê cih me teng bikin'   Leyla di daxuyaniyê de herî dawî wiha got:"Divê ev bê zanîn ku îro kes û saziyên li dijî êrişa li ser Deniz Poyraz bêdeng in wê sibehê heman tişt bi serê wan de jî bê. Ew ê ne pêkan be xwe ji vê aqubetê biparêzin. Ev xelekeke ji êrişên sîstematîk e. Êriş bi destên îktidara bûye çete û bi destên şirîkê biçûk hatiye kirin. Ji aliyê hêzên di bin hîmaya Soylu de ne ev êriş bi awayekî sîstematîk hatiye kirin. Em ê teqez ji kujeran hesab pirs bikin. Ew ê Deniz Poyraz ji kedkara partiya me ji têkoşîna me re bibe ronahî."   Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmên "Deniz Poyraz nemir e","Şehîd namirin","Em bêdeng namînin, natirsin, serî natewînin" berz kirin.    Her wiha ew ê îro saet di 19.00'an de li Kuçeya Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê meşa meşaleyî pêk bê.