Denîzek hat qetilkirin, Denîzek ji dayik bû 2021-06-18 14:21:11     ŞIRNEX - Piştî qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê li Cizîrê zaroka nûh ji dayika xwe re bû navê "Denîz Poyraz" lê kirin.   Duh Onur Gencer bi ser avahiya HDP'ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de girt û Denîz Poyraz a li avahiya partiyê qetil kir. Piştî qetilkirina Denîz Poyraz zaroka nûh li Cizîrê ji dayika xwe re bû navê "Denîz Poyraz" lê hat kirin.   Dayika Denîz Poyraz a ku nûh hat dinê  Ayşe Cîn, anî ziman ku ji ber Denîz Poyraz a ku hat qetilkirin navê wê bidin jiyîn navê keça xwe "Denîz Poyraz" danîne û got: "Îro Denîzek hat qetilkirin, lê em ê Denîzên nuh mezin bikin. Em ê navê Denîz bidin jiyîn û têkoşîna wê bidomînin."