Konferansa Weqfa Jina Azad a Sûriyê dest pê kir 2021-06-18 13:49:13     QAMIŞLO - Li Qamişlo 1'emîn konfransa Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi tevlîbûna 200 delegeyan li Zanîngeha Roja dest pê kir.   Konferansa 1'emîn a Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi beşdarbûna 200 endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.Di konferansê de dê axaftinên vekirinê û mêvanan, pêşandana sînevîzyonê der barê xebatên weqfê yên 7 salan de pêk bên û piştre dê rewşa siyasî û rewşa jinan  a li herêmê werin nîqaşkirin.   "Em ê jiyaneke azad bidin avkirin"   Destpêkê Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed 1'emîn Konferansa Weqfa Jina Azad li tevahî jinan pîroz kir û got: "Îro bi saya jinên têkoşer em vê konferansa xwe li dar dixînin, loma em vê konferansê di destpêkê de têkoşerên jin ên ku canê xwe ji bo jiyanek azad feda kirine pîroz dikin. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di nava 7 salan de gelek kar û xebatên baş meşandin e. Xebatên ku hatine meşandin cihê serfirazî û serbilindiyê ye. Elbet tu ferq û cudahî di navbera kar û xebatên jinan de nîne, loma em herdem amadene ku em destekên herî mezin pêşkeşî saziyên xwe yên jin bikin. Rola Weqfa Jinê di nava civakê de girîng e, divê em bi xebatên xwe alikariya herî mezin pêşkeşî jinên koçber ên ku di kampan de dijîn jî bikin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember zihniyeta desthilatdar xebatek baş meşandine, elbet ew xebatên baş bi yekîtiya tevahî jinan pêk hat. Em ê bi hev re jiyanek azad bidin avakirin û Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê li tevahî cîhanê bidin nasîn."   "Jin bi daxwaza xwe tevli xebatan bûn"   Mêvana bi navê Bermal Colemerg ku ji Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevlî Konferansa yekemîn a Weqfta Jina Azad a Sûriyeyê bûye konferans pîroz kir û nêrîna xwe wiha parvekir: "Di pêvajoyek wiha hesas de li dar xistina konferansek wiha pir girîng e. Jinên kurd û hemû pêkhateyên ku bi hev re dijîn li tevahî welat û kurdistanê di nava berxwedan û têkoşinek pir mezin de ne. Ji destpêka avakirina Weqfa Jina  Azad a Sûriyê û heta niha gelek kar û xebatên girîng û mayinde hatin meşandin. Gelek jin bi daxwaza xwe beşdarî kar û xebatên Weqfa Jina Azad bûn. Weqfa Jina Azad herdem ji bo jinan projeyên cur be cur dide avakirin. Jin li tevahî cîhanê û taybet cihên ku dewletên desthilatdar hene tên hedefgirtin, ji ber jin pêşenga civakê ye û bi riya hedefgirtina jinan dixwazin civakê tune bikin. Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li hember kiryaran xwe perwerde dike û hertim ji bo azadî û aşitiyên di nava têkoşînê de ye."   Piştî axaftinan wê rapora heft salan a kar û xebatê ya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê were xwendin. Her wiha dê li ser rewşa jinê di nava siyasetê de niqaş werin kirin. Paşê rêziknameya hundirîn a Weqfa Jina Azad a Srûiyeyê were xwednin û guhertinên bingehîn têde werin kirin. Di heman demê de wê pêşniyar û biryarên nû ji bo sala pêş werin li dar xistin. Her wiha dê 5 rêveberiyên jin li ser asta Sûriyê werin hilbijartin.   Konferans piştî axaftina mêvanan ji ragihandinê re girtî berdewam kir.