Meclîsa Jinê ya FEDA'yê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir 2021-06-18 12:58:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz de, Meclîsa Jinê ya FEDA'yê daxuyaniyek da û diyar kir    Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Denîz Poyraz didomin. Meclîsa Jinê ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî bi daxuyaniyekê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir.   Di daxuyaniya meclîsê de wiha hat gotin: "Hêzên serwer hewl didin bi rêya kaosê li ser piyan bimînin. Em ji Dêrsimê heta Çorûm, Sêwas, Gazî, Cizîr, Sûr û Roboskiyê vê nefretê, van komkujiyan baş nas dikin. Mîna li van komkujiyan hate kirin, eşkere ye ku ev kes jî bi rêxistinî, bi zanebûn bi ser HDP'ê ve hatiye şandin. Heta ku hêzên li pişt vî kujerî neyên eşkerekirin, kuştin û sûcên bi vî rengî wê dewam bikin. Heta hesab ji van komên kujer bê pirsîn wê têkoşîna xwe dewam bikin."