Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir 2021-06-18 12:39:02   STENBOL - Malbat, wasî û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo karibin Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ji bo karibin roja Duşemê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.   Serlêdanên ku heta niha hatine kirin bêbersiv hatine hiştin.