Salîha Aydenîz: Em ê bi hev re têkoşînê mezin bikin 2021-06-18 12:36:13   DÊRSIM - DBP'ê, KCD'ê û HDP'ê têkildarî serdana xwe ya li Dêrsimê ku di navbera 18-24'ê pêk bînin, civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Em ê gund bi gund û mal bi mal werin gel hevdû. Em ê bi hev re hem pêvajoyê binirxînin û hem jî bi hev re nîqaş bikin. Em ê bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin."    Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê Berdan Ozturk, têkildarî serdana xwe ya li Dêrsimê de pêk bînin li avahiya HDP'ê a bajêr civîna çapemeniyê li dar xistin. Serdan îro destpê bike dê heta 24'ê  hezîranê bidome. Di civînê de pankarta "Li dijî faşîzmê em ê berxwedanê mezin bikin" hat daliqandin.   Di destpêkê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û bal kişand li ser qetîlkirina Denîz Poyraz. Berdan detsnîşan kir ku bingeha qetîlkirina Denîzê desthîlatdariaya fasîst a AKP-MHP'ê ye û got: "Em dizanin ku gelek planên wan ên qirêj hene. Duh ji ser HDP'ê li Îzmîrê ew peyam dan. Em ji vir de Denîz Poyrazê bibîr tînin û peyama têkoşîn û berxwedanê didin. Em bi salan e ev têkoşîn û berxwedanê didin û gelek berdelên giran jî dane. Ji bo azadiya Kurdîstanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê têkoşînên me yên mezin hene û di vê warê de em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."   'Li hemû girtîgehan îşkence didome'   Hevseroka Giştî yê DBP'ê Salîha Aydenîz jî axivî û diyar kir ku Gelê kurd çawa heya niha li dijî vê faşîzmê çok dananiye û serî netewandiye dê ji niha şûnde jî serî netewîne û li ber xwe bide. Salîha, got: "Em ji bo azadî, demokrasî û aştiyek mayînde xebatên xwe hem li Kurdîstanê hem jî li Tirkiyeyê wê bidomînin. Ew di nav 6 salên dawîn de ku faşîzma ku pêk tê bingeha xwe ji tecrîda li ser birêz Ocalan digire. Polîtîkayê tecrîdê îro hem xwe diteyîsine hemû gelên Tirkiyeyê hem jî gelên Rojhîlata Navîn. Îro tecrîd û sîstema îşkenceyê di şexsê birêz Ocalan de li ser hemû girtîgehan dide meşandin. Her wiha îro em dibînin ku Tirkiyê veguheriye girtîgeha vekirî. Ji ber van sedeman divê gava yekemîn ji bo hemû gelan şikandina tecrîdê be."   'Em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin'   Salîha destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Gelê Kurd aktorê sereke Abdullah Ocalan e û wiha axivî: "Tirkiyê di nav kaosek mezin de ye. Bi her cûreyên xetimiye. Em baş dizanin ku çareseriya pirsgirêkan ji Îmraliyê re derbas dibe. Birêz Ocalan 22 sal in di nav tecrîd û pergalek îşkenceyê de li ber xwe dide û rêyên çareseriyê pêşkêş dike. Her wiha grevên birçîbûnê ku bi mehan e berdewam dike armanca wê ya sereke şikandina tecrîdê ye. Me jî hem di 8'ê Adarê de hem jî di 21'ê Adare de li Tirkiyê û Kurdîstanê ji aliyê gel ve ew peyama bi diyarkirî da. Niha jî di wê çarçoveyê de ku xebatên me dest pê kiribû ji Dêrsîmê wê berdewam bike. Em ê gund bi gund û mal bi mal werin gel hevdû. Em ê bi hev re hem pêvajoyê binirxînin û bi hev re nîqaş bikin. Em ê bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin."