Li Amedê polîsan gule berdan jinekê 2021-06-18 12:20:38     AMED - Li gor idiayan hat diyarkirin ku di pevçûna li Rezanê rû daye de polîsan gule berdayin hewayê û li jinekê ketiye.    Li Kolana Gursela Rezana Amedê do di saetên şev de êrişa çekdarî li restoranekê hat kirin. Piştre polîs hatin cihê bûyerê û pevçûnekê rû da. Hat îdiakirin ku polîsan derb berdane hewayê û derb li jina bi navê F.Î. ya 50 salî ya li ser şaneşînê ketiye. Jina gule lê ket birîndar bû.    Ekîbên tenduristiyê F.Î. ya ji milê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.