Malbata Şenyaşar diçe Dîlokê:Em ê têkoşîna xwe bide bihîstin 2021-06-18 12:15:55   RIHA - Çalakiya "Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 102'emîn de didome. Malbat îro ji bo biçe Dîlokê derket ser rê û wê bi saziyên civaka sîvîl û partiyên siyasî hevdîtinan pêk bînin.    Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an de Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êriş kirin û di êrişê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar rizgar bû ji 9'ê Adarê de ye li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeda "Edaletê" kirine. Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 102'yemîn de didome.    Malbatê bi biryara ku girtiye wê her hefte biçe bajarekî û bi saziyên civaka sîvîl û partiyên siyasî hevdîtinan pêk bînin. Malbata ku serdanên piştevaniyê dê wê bikin nirxand da zanîn dê di serî de baro serdana saziyên 81 bajarî bikin.     Dê malbat îro biçe Dîrokê û bi saziyên civaka sîvîl û partiyên siyasî hevdîtinan pêk bîne.    'Em dixwazin têkoşîna edaletê bidin bihîstin'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parve kir:"Em di 102'yemîn roja xwe ya têkoşîna edaletê de ne. Em naxwazin tenê li ber Edliyeya Rihayê em dixwazin têkoşîna xwe li tevahiya Tirkiyeyê bidin bihîstin. Em ê îro biçin serdana Baroya Dîlokê û saziyên li Dîlokê."