Figen Yuksekdag: Dê kujer ji nava destên gel nikaribin bifilitin 2021-06-18 11:58:51       ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya serdema berê Figen Yuksekdag têkildarî qetilkirina Deniz Poyraz li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal gotina "Deniz mafdarî û masûmiyeta jinan e" parve kir.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya serdema berê Figen Yuksekdag têkildarî qetilkirina Deniz Poyraz li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekirin kir.    'Deniz mafdarî û masûmiyeta jinan e'   Parvekirina Figenê wiha ye:"#DenizPoyraz a li avahiya Îzmîrê bi awayekî wehşîyane hat qetilkirin mafdarî û masûmiyeta jinan e. Em li ber bîanîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em ji malbat, dost, rêhevalên wê sersaxiyê dixwazin. Em kujerên wê nas dikin. Ew ê kujer ji nava destên gel nikaribin bifilitin. Kesên ev hefteyeke di bin navê 'dozê' de dibêjin qey ew ê bersûcên komkujiya Kobanê rizgar bikin û me ceza bikin heman provakasyonê bi awayekî wehşîyane pêşkêş dikin.   Kesên çeteyên komkujiyê derdixin meydanan dê di nava xwîna xwe de bifetisin   Dîsa kesên çeteyên kaos û komkujiyê derdixin meydanan ên dixwazin bi vî rengê emrê xwe dirêj bikin ew ê di nava xwîna xwe de bifetisin. Hîn hesabê kesên di şermezarkirinên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane nedane me bi doz, êrişên nîjadperestî dikin hedef. Ew ê van kesan di wicdan û çalakiyên gelê me de cihê ku heq dikin bibînin."