Kujerê Denîz Poyraz sewqî edliyê kirin 2021-06-18 11:25:08     ÎZMÎR - Kujerê Denîz Poyraz Onur Gencer ê êrişî HDP’ê kir, sewqî edliyê kirin.   Onur Gencer ê ku piştî êrişa çekdarî li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê pêk anî û  xebatkara patiyê Denîz Poyraz qetil kir hat binçavkirin. Kujer Onur Gencer ku îfadeya wî li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê hat girtin, sewqî Edliyeya İzmîrê hat kirin.   Gencer di îfadeya xwe ya duh li miduriyeta polîs da bû de, wiha gotibû: “Ger kesên din hebana, min ê gule berdaba wan jî.”