Li Botanê ji bo Denîz Poyraz çalakiya nobedê hat lidarxistin 2021-06-18 09:34:49     ŞIRNEX - Piştî êrişa nîjadperestî ya li dijî Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê Deniz Poyraz hat qetilkirin. Li Botanê ji bo Denîzê çalakiya nobedê hatin destpêkirin.    Do êrişa nîjadperestî û çekdarî li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin û xebatkara partiyê Deniz Poyraz hat qetilkirin. Li avahiyên navçe û bajarên Botanê ji bo Denizê çalakiya nobedê hat destpêkirin.    Rêvebirên HDP'ê, Dayikên Aştiyê, beşdarî çalakiya nobedê ya Cizîr, Qileban, Hezex, Bêşebab, Basanê hatin kirin bûn. Di nobedê de tim dirûşma "Deniz Poyraz nemir e" hat berzkirin.