'Ji bo zimanê me tune nebe em bi hev re serî hildin' 2021-06-18 09:01:27     Medya Uren   MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê têkildarî kampanyaya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê hatibû destpêkirin wiha gotin:"Ziman hebûna me ye. Ji bo zimanê me bijî divê bibe zimanê perwerdeyê. Ji bo zimanê me tune nebe em bi hev re serî hildin."   Li gorî lêkolînên zanistî li ser rûyê cîhanê nêzî şeş hezar ziman hene û ji van zimanan jî ji sedî 2 weke zimanê fermî tên pejirandin. Ji ber sedemên nîjadperestiyê bi hezaran ziman mehkûmê wendabûnê dibin. Ji bo ku zimanê kurdî jî nebe yek ji van zimanên wenda kampanyaya îmzeya zimanê kurdî li herêma bakur ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî di 21'ê Sibatê de hate destpêkirin. Ji bo piştgiriya kampanyayê jinên Mêrdînê jî bang li malbatan dikin ku xwedî li kampanyayê û zimanê xwe derbikevin.   'Kes nikare ziman înkar bike'   Seyhan Yuksel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ziman û wiha got:"Kes nikare zimanê me, nîjadê me û çanda me înkar bike. Em kurd hatine xuliqandin û em ê kurd bijîn. Ger em kurd nejîn em ê îxanetê li xwe, li paşeroj û pêşeroja xwe bikin. Pêwîst e em îxanetê layiqî xwe nebînin. Ziman hebûn û jiyana me ye. Ji ber vê sedemê daxwaza min ji hemû dayikan heye ku li zimanê xwe xwedî derbikevin. Çarenûsa zimanê me di destên me de ye."   'Zarokên me ji dibistanê sar dibin'   Seyhanê li ser pirsgirêkên ku zarokên wan li dibistanê dibînin wiha got:"Zarokên min li malê fêrî kurdî dibin. Dema diçin dibistanê jî bi tirs diçin. Zarokên min heta fêrî dibistanê dibin em û ew jî zehmetiyên mezin dibînin. Di destpêkê de tim digiriyan. Ez pir pê dişikestim. Kes vê yekê heq nake. Zarokên me ji dibistanê sar dibin û tiştekî jî hîn nabin. Em ji xwendina wan bi guman in. Ger perwerde bi zimanê me be em ê neçar nemînin ku zarokên xwe fêrî zimanekî din bikin. Bila dayik destûrê nedin ku zarokên wan hînî zimanê xwe nebin. Bila dayik zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin."   'Bişaftina ziman zilm e'    Helime Demîr jî da zanîn ku ji ber zimanê kurdî ne fermî ye loma ew zehmetiyên mezin dibînin û wiha got:"Em diçin nexweşxaneyekê em nikarin xwe îfade bikin. Di xweşî, nexweşî û hemû bûyeran de em weke kurd zehmetiyê dibînin. Ji ber ku zimanê me ne zimanekî fermî û perwerdeyê ye. Yên ku kurd bin diçin dibistanê jî bi zêdayî zimanê xwe ji bîr dikin û tên bişaftin. Ger rewş ev be jî ziman zindîbûna xwe wenda dike û hew pêş dikeve. Ev jî tê wateya mirina ziman û wê civakê. Ji bo ku zimanê me nemire divê em bi hev re piştgiriyê bidin kampanyaya ji bo bo ziman hatiye destpêkirin. Pêwîst e bi hev re em serî rakin û  têbikoşin. Bişaftina ziman zilm e û em ji vê zilmê re bêjin êdî bes e."   'Xwedî li zimanê xwe derkevin'   Xeyriya Karataş jî bal kişand ser girîngiya ziman û wiha berdewam kir: "Ziman mîrasa civakê ya herî bi nirx e. Pêwîst e em vî nirxê xwe jî biparêzin. Îro zimanê me, nîjadê me, hebûna me tê înkarkirin. Em li malên xwe destên xwe girê bidin em ê nikaribin ziman biparêzin. Niha dem dema serîrakirinê û xwedîderketina li ziman e. Hîna nebûye dereng em serî rakin. Ji bo ziman û çandê bi sedan can hatin dayîn û bedel hatin dayîn. Divê em bi vî rengî li têkoşîna ziman temaşe bikin. Dayîkno, zarokno, ciwano em bi hev re xwedî li zimanê xwe derbikevin."   'Divê ji bo ziman em bi hev re têbikoşin'   Hatîce Ar jî da zanîn her zimanek mirovek e û wiha domand:"Em ne li dijî zimanên biyanî ne. Her zimanek mirovek e. Em dijminatiya tu zimanê din nakin. Lê belê dema tu zimanê xwe nizanibe û zimanên wekî din zanibe tu yê dîsa nikaribe hebûna xwe biparêze. Niha em dinêrin zaravayê Kirmanckî ber bi tunebûnê ve diçe. Ev kêmasî û şerma me ye. Loma niha jî dem dema xwedîderketina li ziman û çanda xwe ye. Divê ji bo ziman em bi hev re têbikoşin."