ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-18 09:00:00   * Dayikên mexmûrî, bal kişandin ser êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û gotin: "Em li dijî zext û zordariyan koçberê Başûr bûn, lê niha jî em bi zilm û zordariyê re rûbirûne. Lê rastiyek heye ku dema kurd bibin yek dê bi ser kevin. Ji ber ku dijmin her dijmin e ya girîng yekitî ye." BI DÎMEN    *Jinên Mêrdînê têkildarî kampanyaya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê hatibû destpêkirin wiha gotin:"Ziman hebûna me ye. Ji bo zimanê me bijî divê bibe zimanê perwerdeyê. Ji bo zimanê me tune nebe em bi hev re serî hildin."BI DÎMEN    *Mirovajî ji serdema îlkel heta îro gelek ast derbas kiriye. Beriya Zayînê di navbera salên 8000-5000’î de serdema neolîtîk dest pê kiriye û di alî dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî girîng e. Mirovahiyê debara xwe bi neçîrvanî û komkirinê derbas kiriye; neçîrvanî û komkirin, piştre cihê xwe ji çandinî û sewalkariyê re hiştiye. Di civaka xwezayî de kes ji kesî ne bilindtir e. Di navbera jin û mêr de wekhevî heye.  JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Xwişka siyasetmedar Pervîn Oduncu ku yek ji siyasetmedarên ku ji doza Kobanê tê darizandin, Nevîn Çarkçilar, diyar kir ku doz dozeke ku naveroka wê vala ye û got: “Di doza Kobanê de hêmayek sûc tune. Ji ber kurdi n tên darizandin.”  BI DÎMEN    *Jinan ji bo mîtînga ku ji bo Peymana Stenbolê sibehê pêk tê, bang kirin û gotin: “Em diçin ku piştevaniyê mezin bikin. Mîtîng  ji bo kesên ku çav berdane destkeftiyên jinan dê bibe bersiv. Em diçin ku hêviyê mezin bikin.” BI DÎMEN    *Jinên Şirnex û Mêrdînê, qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin û banga serhildanê kirin. Jinan got: “Ev komkujî bi plan hatiye kirin û anîn ziman ku wê li dijî vê qetilkirina bi pilan bi hezaran Denîz rabin ser piyan.”DÎMEN HEYE   *Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz û Bavê wê Abdullah Poyraz ên ku di şîna wê de axivîn gotin, "Em li hemberî dijmin serî natewînin, em ê têkoşîna Denîzê bidomînin û banga yekitiyê li kurdan kirin." DÎMEN HEYE   *Têkildarî êrişên li ser HDP'ê dê li Mêrdînê daxuyanî bê dayin (11.00)   *Platforma Ked û Demokrasiyê dê li dijî polîtîkayên xizaniyê li Mêrdînê daxuyaniyê bide. (17.00)   *Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, têkildarî qetilkirina xebatkara HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz dê li navenda Şirnexê daxuyaniyê bide. (15.00)    *Şandeya HDP, KCD, HDK'ê li avahiya xwe dê daxuyaniya çapemeniyê li Dêrsimê bide. (11:00)   *Platforma Ked û Demokrasiyê, têkildarî êrişa li ser Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê dê li kolana hunerê ya Dêrsîmê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12:30)