Çalakiya rûniştinê bi peyama 'Dê berxwedan bidome' bi dawî bû 2021-06-17 20:49:17   AMED - Li dijî astengkirina daxuyaniya KCD, DBP, HDP û TJA ya li Kolana Hunerê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Girse li dijî zext û zordariyan çalakiya xwe bi seatan domand û peyama berdewamkirina berxwedanê dan.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya ku 203 roj in didome, bi dirûşma "Tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşinin" xwestin li Kolana Hunerê ya semta Ofîsa Yenîşehira Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydeniz û Keskîn Bayindir, parlamenterên 'HDP'ê, rêveber û hevserokên HDP û BDP'ê yên bajarên derdorê û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA'yê ligel astengiyan tevlî çalakiyê bûn.    Tevlîbûna welatiyan a çalakiyê ji hêla polîsan ve hat astengkirin û ketin û derketina Kolana Hunerê bi bariyeran hat girtin, rêxistina HDP'ê ya Yenîşehira Amedê jî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.    Girse bi çepik û dirûşmeyan bertek nîşanî astengiya polîsan da. Esnafên derdorê ji bo piştgiriyê bide çalakiyê kepengên xwe girtin. Li dijî astengiya polîsan girse dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê ya ku bi saetan dom kir. Ligel zehmetî û astengiya polîsan li Amedê girse bi biryarî çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anîn û peyama dê berxwedan bidome hat dayîn.