Qetilkirina Denîz Poyraz li Mêrdînê hat şermezarkirin 2021-06-17 18:50:26   MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê têkildarê êrişa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz de daxuyaniyek da û got: "Em ê li dijî hişmendiya faşîzan timî li ber xwe bidin. Em ê li vir bin û li hemberî wan bisekinin.”    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê têkildarê êrişa li ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê pêkhatî daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hat dayîn. Endamên Sendîkayan, endamên Platforma Jinan a Şahmaranê, çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên weke “Denîz Poyraz nemir e” û “ HDP’e gel e" hat berz kirin. Daxuyanî ji aliyê endama platformê Derya Akyol ve hat xwendin.   Derya di daxuyaniyê de wiha got: "Nefreta ku li dijî nîjadên din hene îro li Îzmîrê xwe nîşan da. Ango bi tunekirina hebûna biyolojik a Denîz Poyraz re vegeriya sûcek mezin. Li dijî kîn û nefreta heyî em ê bi înad ber bi demokrasî û aştiyê ve bimeşin. Em dizanin ku sedemê van êrişan jî çiye. Ev bi destê îqtidarê pêk tê. Bi polîtîkayên xwe re cesaretê didin êrişkarên xwe. Di demên dawî de jî ji bo HDP’ê reş bikin û îlegalîze bikin jî hemû rêyan diceribînin. Ango li pişt pankarta ku li ser gotiye '88 jin hatine qetilkirin’ jî rêhevalek me ya jin lê zêde bû. Em ê li dijî hişmendiya faşîzan timî li ber xwe bidin. Em ê li vir bin û li hemberî wan rast bisekinin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Denîz Poyraz nemir e" bi dawî bû.