Wêneyên avahiya HDP'ê yên piştî êrişê 2021-06-17 18:16:39   ÎZMÎR - Piştî êrîşa çekdarî wêneyên avahiya HDP'ê derketin holê. Di wêneyan de dewsa gelek guleyan xuya dike û têfika taştê ya Denîz Poyrazê li ser maseyê ye.    Onûr Gencer ê ku li Sûriyeyê hatiye perwerdekirin, îro danê sibehê bi çekê êrîş bir ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyrazê kuşt. Êrîşkar hat binçavkirin û cenazeyê Denîz jî rakirin Saziya Tiba Edlî.    Piştî êrîşê wêneyên avahiya HDP'ê derketin holê. Di wêneyan de li ser derî û dîwaran dewsa gelek fîşekan xuya dike. Her wiha di wêneyan de têfika taştê ya Denîzê jî xuya dike ku têfik li ser maseyê ye û tê de firingî û zeytûn hene.    Di wêneyan de tê dîtin ku êrîşkar piraniya pace û deriyên avahiya partiyê şikandine û ode tevlihev kirine.