Li Amedê tecrîd hat şermezarkirin 2021-06-17 16:52:35   AMED - Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, KCD, DBP, HDP û TJA xwestin li Amedê daxuyaniyî bidin çapemeniyê. Polîsan êriş bir ser daxuyaniyê. Girse bi gotinên "Dema li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê jinek hat qetilkirin hûn li ku bûn?"   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya ku 203 roj in didome, bi dirûşma "Tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşinin" xwestin li Kolana Hunerê ya semta Ofîsa Yenîşehira Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydeniz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Remziye Tosun, Dêrsim Dag, Hîşyar Ozsoy, Ayşe Acar Başaran, Îmam Taşçier, Murat Saricaç, Feleknaz Uca, Tayîp Temel, Mahmut Togrul, Mehmet Ruştu Tiryakî û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, rêveber û hevserokên HDP û BDP'ê yên bajarên derdorê û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA'yê tevlî daxuyanibûn.    Tevlîbûna welatiyan a daxuyaniyê ji hêla polîsan ve hat astengkirin û ketin û derketina Kolana Hunerê bi bariyeran hat girtin.  Her wiha Rêxistina HDP'ê ya Yenîşehira Amedê jî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girse bi çepik û dirûşmeyan bertek nîşanî astengiya polîsan da. Gelek esnaf ji bo piştgiriyê bide çalakiyê kepengên xwe girtin. Welatî bi gotinên "Dema li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê jinek hat qetilkirin hûn li ku bûn?" bertek nîşanî astengî û êrîşên polîsan da.    Li hemberî dorpêç û astengiyan polîsan parlamenter Tayîp Temel axivî. Tayîp wiha axivî: "Em li vir naçin. Êdî dewra we qediya. Hûnê hesabê bidin. Hûn nikarin me bêdeng bikin."   Her wiha rojnameger ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û ji qadê hatin dûrxistin.