Dayika Denîz Fehîme: Ez bi keça xwe serbilind im 2021-06-17 16:34:24   ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz a ku ji aliym Onur Gencer ve di encama êrîşa li ser rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin Fehîme Poyraz wiha got: "Nehiştin ku ez cezazeyê keça xwe bibînim. Lê ez bi keça xwe serbilind im."   Êrîşkarê nijadperest Onur Gencer ê ku serê sibehê çû rêxistina Partiya Deimokratîk a Gelan (HDP), Denîz Poyraz a li avahiyê qetil kir.    Dayika Denizê Fehîme Poyraz a ku çû cihê bûyerê, HDP'yîyan û gelek kesên din li dijî bûyera ku pêk hat bertek nîşan dan.    Piştî lêkolîna dozger a li cih bûyerê cenzeyê Denizê ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî.    Herwiha kujer Onur Gencer jî polîsan di bin navê binçavkirinêde ew girtin bin parastinê û bêyî ku destên wî kelepçe bikin ew ji avahiyê dûr xistin.    'Em dixwazin cenazeyê wê li vir bibînin'   Dayika Denizê Fehîme Poyraz ku ji ajansa me re axivî got, "Serê sibehê saet di 09.00'an de ji malê derket û çû partiyê. Keça min hatiye şopandin, rehîn hatiye girtin û piştre jî ew qetil kirin. Gazî me jî kirin ku em bên bibînin. Dema em hatin ber avahiya partiyê tijî û her tişt anîbûn. Min xwest keça xwe bibînim. Lê nehiştin ku cenazeyê wê jî bibînim.Tenê destûr dan birayê wê. Ez bi keça xwe serbilind im. Xwedê heqê min nehêle. Keça min kuştin.Em dixwazin cenazeyê wê li vir bibînin. Xuşk û birayê wê di girtîgehê de ne bila sibe bên cenazeyê xuşka xwe bibînin."   'Divê em rabin ser piyan'   Fehîme di berdewamiyê de ev bertek nîşan da: "Keça min bê sebeb kuştin. Sibe daneşîna doza wê hebû lê nikare biçe. Ji ber ku ew kuştin. Xwedê fersendê nede faşîstan. Dijmin nabe dost. Dijimin nasekine û ranazê.  Heşê me nayê serê me. Em bi hev re ne rast in û ji ber wê jî dawiya me ev e. Şehîd namirin."