TJK-E: Em ê li cîhanê bibin dengê Denîz ê 2021-06-17 16:16:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê qetilkirina xebatkara HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz de TJK-E daxuyaniyek da û got: "Bang li her kesê dikin ku dakevin kolanan, li her dera cîhanê bibin dengê Denîz ê.”   Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa (TJK-E) têkildarî êrîşa li hemberî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê û qetilkirina endama HDP’ê Denîz Poyraz daxuyaniyek da.   TJK-E’yê diyar kir ku her roja diçe polîtîkayên dijminane ya rejîma AKP-MHP’ê zêdetir dibin û wiha hat gotin: "Li dijî vê jî her roja diçe têkoşîna jinan a li dijî şidet, faşîzm û bêheqiyê jî didome. Rejîma AKP-MHP’ê dixwaze bi qirkirinên siyasî, dixwaze vîna jinê bişkîne, têkoşîna daxwazên azadî û demokrasiyê bi rêyên zorê bi çewistîne û bixe zindanan bêdeng bike.    Piştî bûyerê kelepçenekirina qatil, ji aliyê polîsan ve parastin û gotina rayedarên dewletê a ‘bersûc hatiye girtin’ hewldana hema serê bûyerê girtin, dide nîşandan ku bûyer ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin.   Em jinên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, di serî de ji bo malbata hevala xwe Denîz Poyraz û hemû Gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Êrîş çawa dibe bila bibe, em dev ji lêgerîna xwe ya azadî, têkoşîna xwe ya nasnameya serbixwe bernadin, berovajî hê zêdetir bi biryar û îdîa em ê tev bigerin. Bi qetilkirina jinên kurd wê têkoşîna dawî nebe. Gelê Kurt tim li ser piya bû, dîsa wê li ser piya be.   Ne jinên kurd û ne jî Gelê Kurd wê li ber êrîşê bêdeng nemîne, wê dem kurt û dem dirêj têkoşînê bidomîne. Di serî de bang ne tenê jinên kurd û dostên wan ên li metrepolên bakurê Kurdistan û Tirkiye, li hemû yên Ewropayê dikin ku di serî de li dijî êrîşa li ser Denîz Poyraz û hemû êrîşan dakevin qadan û li her dera cîhanê bibin dengê Denîz ê."