Jinan li Rihayê kuştina Denîz Poyraz şermezar kirin 2021-06-17 16:14:17   RIHA - Derbarê qetilkirina Denîz Poyraz de li Rihayê jinan daxuyaniyek dan û gotin: "Em ê li her qadê xwedî li berxwedanê derkevin."    Di êrişa li hemberî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Îzmîrê de Denîz Poyraz ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin. Jinên  HDP'yî yên Rihayê qetilkirina Denîzê bi daxuyaniyeke şermezar kirin. Her wiha Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê jî tevlî daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî ji hêla hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî ve hat dayîn. Çîgdem di serî de qetlîama ku pêk hatî şermezar kir û got: "Ev tişt encamên polîtîkayên AKP-MHP 'ê ne. Lê divê bê zanîn ku em ê xwedî li berxwedana xwe derkevin. Em jin dê li her qadê dengê xwe bilind bikin."    Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.