Wêneyê Denîz Poyraz li Bulvara Gazî dalilqandin 2021-06-17 15:54:23     ÎZMÎR - Wêneyê Denîz Poyraz a ku di encama êrîşa li ser rêxistinaa HDP'ê ya Îzmîrê ji aliyê Onur Gencer ve hat qetilkirin, li Bulavara Gazî ku avahiya HDP'ê lê ye hat daliqandin.   Vê sibehê bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de hatibû girtin û Denîz Poyraz a ku Onur Gencer ew rehîn girtibû piştre jî qetil kir. Bertekên li hemberî qetilkirina Denîzê zêde dibin. Wêneyê Denîzê li Bulvara Gazî a ku avahiya HDP'ê lê ye hat daliqandin û dayika wê Fehîme Poyraz jî li ber wêne nîşana serkeftinê kir.   Malbata Denîzê û endamên HDP'ê jî dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Kujer Erdogan" berz dikin. Bendemayîna li ber avahiya HDP'ê ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin berdewam dike.