'Bila her kes dakeve qadan û xwedî li HDP'ê derkeve' 2021-06-17 14:56:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê qetilkirina Denîz Poyraz de û şewitandina avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de KCDK-E' daxuyaniyek da û banga xwedîderketina li HDP'ê kir.    Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Avahiya HDP'ê ya bajarê Îzmîrê 24 saetan ji aliyê polîsan ve tê şopandin, kesên dikevin hundir û jê derdikevin tên qeydkirin û şopandin. Kujerekî çete Suleyman Soylû kete hundirê vê avahiyê û endama HDP'ê Denîz Poyraz qetil kir.   Polîsên ku 24 saetan ji ewlekariyê berpirsyar in bi ta awayî dest li êrişkar bernedan û ev bûyera kuştinê jî bi vî rengî bi hevkarî hat kirin. Em vê kuştina namerdî ya li dijî hêzên demokrasiyê, HDP'ê û kurdan hate kirin şermezar dikin.   Êrişa li dijî HDP'ê destpêka pêvajoyeke cidî û metirsîdar e. Divê bi hez bikevin nava liv û tevgerê, yekîtiya hêzê, Elewî, hêzên bawerî û demokrasiyê, jin û ciwanan dikin ku li her derê çalakiyên girseyî yên mezin li dar bixin. Bi taybetî roja Şemiyê li her derê çalakî divê bê lidarxistin û rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bê teşhîrkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li HDP'ê derkevin."