ESP: Li dora HDP'ê bibin xelek û bêjin 'Êdî bes e' 2021-06-17 14:48:23   NAVENDA NÛÇEYAN - ESP derbarê qetilkirina Denîz Poyraz de daxuyaniyek da û got: "Qetlîama ku bi kontrola dewletê hatiye kirin, provaya qirêj û bi xwîn a ji bo sekinandina têkoşîna me bindest, kedkar, karker, jin û berxwedana gelan û têkoşîna azadiyê ye. Îro xwedîlêderketina HDP’ê tê wateya îtîraza li hemberî polîtîkaya şerê navxweyî ya faşîzmê."   Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê xist, wezîfedara HDP'ê Denîz Poyraz qetil kir. Derbarê qetilkirinê de Desteya Rêvebir a Navendî ya ESP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Faşîzma AKP û MHP’ê bi sûîkastên siyasî dixwaze ji krîza rejîmê derkeve. Sûcên wan ên wekî nelirêtî, bazirganiya tiryakê, dijminatiya li hemberî jinan û çekên ji çeteyên DAIŞ’ê re şandine dema ku ji aliyê hevkarê wan ê çete Sedat Peker hate eşkerekirin, ew dixwazin krîza xwe bi provaya şerekî navxweyî veşêrin.    Berpirsên komkujiya Gaziyê îro li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hevala me ya bi navê Denîz Poyraz kuştin û agir bi avahiya partiyê xistin. Gelekî eşkere ye ku ev êrîş ji aliyê faşîzma AKP û MHP’ê hatiye kirin.   Vê qetlîama ku bi kontrola dewletê hatiye kirin, provaya qirêj û bi xwîn a ji bo sekinandina têkoşîna me bindest, kedkar, karker, jin û berxwedana gelan û têkoşîna azadiyê ye. Îro xwedîlêderketina HDP’ê tê wateya îtîraza li hemberî polîtîkaya şerê navxweyî ya faşîzmê.   Li hemberî êrişkariya faşîzmê roj roja xwedîlêderketina HDP’ê, xurtkirina têkoşîna yekgirtî ya antîfaşîst û daketina kolanan e. Em bang li raya giştî ya demokratîk, şoreşger û gelê xwe dikin ku li dora HDP’ê bibin xeleq û ji êrîşkariya faşîzmê re bibêjin ‘Êdî bes e.”