Dayikên Aştiyê yên hatin serdana Emîne Şenyaşar hatin dorpêçkirin 2021-06-17 13:05:38     RIHA - Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê yên ku çû serdana nobeda "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.    Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 101'emîn de didome. Weke her roj dayik û kurê xwe bi destpêka mesaiyê hatin pêş Edliyeya Rihayê û bi vekirina dowîza “Dayikek 100 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. 2 kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku di nav komkujiyê de parlamenter heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya xwe kirin.    Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Guler Bugday, Cemile Çiftçi, Perihan Akbulut, Gulşen Dag, Hikmiye Onel û Bediha Gokguz ji bo piştigiriya çalakiya nobeda "edaletê" hatin Rihayê û beşdarî çalakiyê bûn. Dayikên Aştiyê laçika spî ya sembola aştiyê dan Emîneyê. Ew ê Dayikên Aştiyê heta êvarî çalakiya rûniştinê ya nobedê bidomînin.    Polîsan Dayikên Aştiyê yên ji bo piştevaniyê çûn serdana Emîne Şenyaşar dorpêç kirin. Polîsan pirsa ew ê Dayikên Aştiyê kengî biçin kirin û bi hinceta çapemenî polîsan dikşîne polîsan xwestin dayikan asteng bikin.   Dayikan diyar kirin ku ew di mijaraq nobeda "Edaletê" de bi israr in. Piştre polîsan êrişê dayikan kirin û li Emîne û Ferît dan.