Êrişkarê ku agir bi avahiya HDP’ê xist, xebatkara HDP'ê qetil kir 2021-06-17 12:41:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê xist, li avahiyê xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz dîl girt û piştre ew qetil kir.    Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê xist, wezîfedareke HDP'ê Denîz Poyraz dîl girt û ew qetil kir. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ji Medya Haberê ragihand ku di êrişê de hevalek wan hatiye qetilkirin.    Hat zanîn ku kesa hatiye kuştin Denîz Poyraz e û li avahiya HDP'ê xebatkar bûye û bi karê xwarin û paqijiyê re eleqadar e û temenê wê derdora 40 salî ye.