Dayikên Aştiyê tevlî nobeda 'Edaletê' ya Emîne Şenyaşar bûn 2021-06-17 12:12:56     RIHA - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê beşdarî çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar a Nobeda "edaletê" ya ev 100 roj in didomin bûn.    Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 101'emîn de didome. Weke her roj dayik û kurê xwe bi destpêka mesaiyê hatin pêş Edliyeya Rihayê û bi vekirina dowîza “Dayikek 100 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. 2 kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku di nav komkujiyê de parlamenter heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya xwe kirin.    Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Guler Bugday, Cemile Çiftçi, Perihan Akbulut, Gulşen Dag, Hikmiye Onel û Bediha Gokguz ji bo piştigiriya çalakiya nobeda "edaletê" hatin Rihayê û beşdarî çalakiyê bûn. Dayikên Aştiyê laçika spî ya sembola aştiyê dan Emîneyê. Ew ê Dayikên Aştiyê heta êvarî çalakiya rûniştinê ya nobedê bidomînin.    'Belasebe ew mêzîn darde kirine'   Emineya ku tiştên hatiye jiyîn ji dayikan re rave kir da zanîn haya her kesî ji komkujiyê heye lê belê tê veşartin. Emineyê dema tiştên jiya vegot hêsirên wê hatin xwarê. Emineyê wiha got:"Zarokên min di pevçûna ji bo erd jiyana xwe ji dest nedan. Ji ber meseleya dan û stendinê jî jiyana xwe ji dest nedan. Belasebe hatin qetilkirin. Ez ji 100 rojî zêdetir e li vir rûniştime. Lê kesek guh nadin daxwazên min. Çima lawê min di girtîgehê de dihêlin? Kesên komkujî kirine li derve digerin. Neviyên min ji rê wan de sêwî man. Mêzîn bi avahiya edliyeyê vekirine. Lê belê belasebe ew mêzîn darde kirine. Ji ber ku ev bi mehan e ez li vir im lê belê min edalet nedît."   Dayikên Aştiyê jî diyar kirin ku li vî welatî edalet tune ye û ew vê yekê ji Roboskiyê dizanin.    Malbata Şenyaşar ku nobeta xwe li ser pêyarêya weke “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” bi nav kiriye didomîne, ji welatî û parêzerên tên û diçin edliyeyê re têkoşîna xwe ya edaletê vegot. Dema ku çalakiya nobetê berdewam dikir li ser hesabê twîtterê yê malbatê, hesabên Wezareta Dadê, Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK), Miduriyeta Polîsan a Rihayê û Waliyê Rihayê Abdullah Erîn hatin etîketkirin û ev peyam hat parvekirin: “Dozger weke ku qenciyê li me bike dibêje ‘derveyî edliyeyê rûnin em tevlî we nabin.’ Em nehatine ku li vir rûnin! Em ji bo 3 mirovên ku li nexweşxaneyê hatin qetilkirin ‘EDALETÊ’ dixwazin. Rayedarekî bi wijdan ku dengê me bibihîse nîne?”