Hem av qut kirin û hem jî ceza li gundiyan birîn 2021-06-17 09:02:33     Sema Çaglak    AMED - DÎSKÎ, ava 3 gundên Yenîşehîra Amedê birî û her wiha 8 hezar TL ceza li gundiyan birî. Jinan bertek nîşanê vê rewşê dan û gotin: “Em cezayê ku hatî birîn qebûl nakin, ji xwe em bi zor û zehmet debara xwe dikin. Em vê zilmê qebûl nakin.”   Midûriyeta Giştî ya Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ), 3 gundên ku girêdayê navçeya Yenîşehîra Amedê ye ji welatiyan re 8 hezar TL. cezayê pere biriye. Gundiyên Kamişek, Eynetiya Jor û Bahçelîevlerê hem ji ber qûtkirina avê hem jî birîna cezayê pere hatin mexdûrkirin. Jinên ku hatine mexdûr kirin bertek nîşanê rewşê dan û banga piştgiriyê kirin.    ‘Em vê cezayê qebûl nakin’   Remziye Kurt, da zanîn ku ji 10’ê hezîranê ve ew ceza ji welatiyan hatiye birîn û destnîşan kir ku birîna ceza muameleyek bi kêfî ye. Remziye wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hêza me têrî nake ku em ewqas pereye bidin. Jixwe rewşa aboriya gundiyan aşkere ye. Ji wê rojê şûnde gundî difikirin ku dê çawa ew pereyê bidin. Ev tişt tê wateya zilmê. Em vê cezayê qebûl nakin. Dibêjin ji bo hişyarbûnê tiştek wisa kirin e lê qey hişyarî kirin ev e! Jixwe havînan jî me bê av dihêlin. Em her mehê fatureyên xwe jî didin. Lê bîlasebep ji me re ceza birîn e. Lewra hemû kes bertekên xwe nîşan didin û tu heqê kesî tune ku me bixin rewşekî wisa. Heke wisa berdewam bike dê nav gundiyan de gengeşiyek derkeve. Ev nêzîkatiya DÎSKÎ nayê qebûl kirin.”   ‘Em bi zorî debara xwe dikin'    Hatun Arslan jî diyar kir ku dema dewlet dikeve tengasiyê pere berê xwe dide welatiyan û got: "Em ji serê sibehê heta êvarê li çol û zeviyan e. Ji ber vê qeyranê em bi zorî debara xwe dikin. Jixwe em pirsgirêka avê dijîn. Ne tenê ez bi tevahî gundiyan re 8 hezar TL. cezayê pere birîn û çûn. Em ê çawa ewqas pereye bidin nizanim. Rojek hatin tu tiştek ji me re negotin û tenê xwestin em vanayê xwe bigirin. Piştî vê ji me re belge hatin ku ewqasceza hatiye birîn. Niha hemû gundî di rewşekê pêrîşan de ye.”   ‘Hem avê dibirin hem jî ceza dibirin'    Fatma Surucu destnîşan kir ku hem ava welatiyan tê birîn hem jî cezayê pere tê birîn û wiha bi lêv kir: "Bi rojan dilopek ava me nayê. Tenê bi şev saetek an jî du saet tê û dîsa diçe. Hem ava me dibirin hem jî cezayê pere li me dibirin. Malekî ewqas pereyê ji ku bîne. Em nikarin heqê fatureyên xwe bidin, dewlet vê zilmê li me dike. Baxçeyên me û sewalên me hene. Qet nafikirîn ku em ê çawa wan xwedî bikin."