ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-17 09:00:00     *Hevserok û rêveberên HDP'ê yên Bursayê ji bo piştgiriyê bidin siyasetmedarên ku di doza Kobanê de tên darizandin tevlî danişînê bûn û gotin: "Em banga xwedîderketina li HDP'ê dikin. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin." BI DÎMEN    *DÎSKÎ, ava 3 gundên Yenîşehîra Amedê birî û her wiha 8 hezar TL ceza li gundiyan birî. Jinan bertek nîşanê vê rewşê dan û gotin: “Em cezayê ku hatî birîn qebûl nakin, ji xwe em bi zor û zehmet debara xwe dikin. Em vê zilmê qebûl nakin.” BI DÎMEN    *Rojnameger Bêrîtan Zagros diyar kir ku hîn partiyên Herêma Federal a Kurdistanê di ferqa metirsî an jî komploya mezin de ne û got: “Gel ji hevkariya PDK’ê ya li gel dagirkeran neraziye. Lê ev nerazîbûn eger veneguhere îradeyeke rêxistinkirî, wê bandoreke wê nebe.”   *Dayikên Şirnexî, bertek nîşanê êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê dan û ev bang kirin:"Em bang li PDK'ê dikin û dibêjin neyên listikên dewleta tirk û  dibêjin mafê tu kesî tune ye kurdan bi hev bide kuştin.” DÎMEN HEYE