IPPNW: Divê Elmanya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bixebite 2021-06-16 15:44:13   NAVENDA NUÇEYAN - IPPNW, astengkirina şandeya ku dixwest biçe Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û got: "Divê qedexeya çûyînê ji holê bê rakirin. Em bang li Elmanyayê dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bixebite."   Bijîşkên Navneteweyî yên li dijî Şerên Nuklerî (IPPNW) rêxistineke sivîl e, derbarê asteng kirina Şandeya Aştî û Azadiyê ya ku dixwest biçe Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir. IPPNW, di daxuyaniya xwe de bang li Wezîrê Karên Derve yê Elman Heîko Maas kir û xwest ku qedexeya derketina derve ya li aktîvîstên aştiyê hatiye ferzkirin bi dawî bike.    IPPNW'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî herêmê û got: "Agahî ji wan re hatine ku li herêma şer gund hatine valakirin, xweza hatiye talankirin û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Ji bo bidawîkirina şer jî bang li Elmanyayê kir ku bikeve nava liv û tevgerê."