Rêxistina Efûyê: Li herêma Kurdistanê binçavkirinên kêfî pêk tên 2021-06-16 15:26:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê girtin û binçavkirina aktîvîst, rojnameger û çalakger ên Herêma Federal a Kurdistanê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî daxuyaniyek da xwest ku dawî li girtinên kêfî, zextên li ser çalakiyan bîne û kesên ku hatine girtin jî serbest bên berdan.   Bertek û nerazîbûnên li hemberî polîtîkayên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bi daxuyaniyeke niviskî bal kişand ser êrişên li hemberî gel, girtin û binçavkirinan.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ''Rayedarên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi hinceta 'ewlehiya netewî' kampanyaya girtina girseyî li ser aktivîstên ku protestoyan dişopîne, çalakgeran û nûçegihanan daye destpêkirin.    Rayedarên Herêma Kurdistanê par ji bo rexnegeran bêdeng bike zexteke ku mirov dibehitîne da destpêkirin. Aktivîst û nûçegihan komî ser hev kirin, bi dozên ne adil, bi sûcdariyên lev tînin rapirsîna wan hat kirin û dema ku xizmên wan bêagahî hatin berdan endamên malbatê tacîz kirin an jî çavtirsandî kirin.   Rayedarên Herêma Kurdistanê divê dawî li zextan bîne û çi kesê ku bi kêfî binçav kirine demildest berde. Her wiha yasayên nediyar û şaş pênasekirî  ji bo sînordarkirina azadiya ramanê û mafê kombûna aştîxwazî, bi kar neyîne.   Li gorî raporên me bi taybetî li Behdînanê ji 100'î zêdetir kes hatin girtin, ji van 30 jê hê jî girtî ne û her wiha diyar kir li Behdînanê 3 jê nûçegihan, 11 jê aktivîst, 14 kes ji bo ku tevlî çalakiyên protestoyê bûne. Ev kes bi rengekî kêfî hatine girtin.   Kesên ku bi kêfî hatine binçavkirin û bêyî darizandineke dadmend hatine sûcdakririn demildset werin berdan, ji bo dawî li tacîz, çavtirsandin û bersiva li ser nûçegihan, parêzerên mafê mirovan, aktivîst û endamên malbatê demildest gav werin avêtin, yasayên kêm pênasekirî û şîlo zû werin guherandin û ev yasa ji bo girtina kesên ku rayedaran rexne dikin weke amûr neyên bikaranîn, di darizandinê de li gorî standara hiqûqa navnetewî û mafê mirovan biçin, divê îfadeyên ku bi êşkence û zorê hatine standin di darizandinan de weke delîl neyên qebûlkirin, derheqê berpirsan lêpirsîneke berfireh û bêalî were destpêkirin."