Nobeda 'Edaletê' di roja 100'î de ye: Ew ê çerxa zilmê bê şikandin 2021-06-16 13:39:11     RIHA - Nobeda 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest pê kir di roja 100'î de ye. Emîne û Ferît têkildarî roja 100'î ya çalakiya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ew ê çerxa zilmê bê şikandin.   Çalakiya nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 100'î de li pêş Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê di roja 100’î de jî li pêş Edliyeya Rihayê bûn.    Malbata Şenyaşar, ji ber hevdîtina telefonê ya bi Fadil Şenyaşar ku di êrîşê de birîndar bûbû û pişt re hat girtin re, îro hinek dereng hatin cihê çalakiyê. Malbata ku hat li pêş bariyerên beton ên li pêş avahiya edliyeyê bi dowiza “Dayikek 100 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire. 2 kurên wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Ji ber ku di nav komkujiyê de parlamenter heye 3 sal in doz nayê vekirin” dest bi çalakiya nobetê kir.    Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re nobetê digire jî ji xebatkarên çapemeniyê re wiha axivî: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê îro di roja 100’î de ye. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê di bin kontrola parlamenterekî de komkujî hat kirin. Serdozgerê Rihayê niha  ser komkujiyê digirin û sûc dike. Me derbarê vê de gilî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir û li benda encama wê ne. Heke ji AYM’ê biryareke adil dernekeve, wê derbarê Serdozgerê Komarê yên Rihayê de kirariyên qanûnî werin destpêkirin. Ji ber ku dozger ser komkujiyê digire û dibe hevkarê komkujiyê. Peyarêyên Edliyeya Rihayê bûne mala me ya duyemîn. Em nikarin li mala xwe rûnin. Em li vir tenê çalakiya rûniştinê nakin, di heman demê de edaletê dixwazin û têdikoşin.”   'Polîs dibin asteng'   Ferît, anî ziman ku di van 100 rojan de bi astengkirinên cûr bi cûr re rûbirû man û wiha got: “Dema ku em tên baxçeyê edliyeyê û dixwazin têkildarî dozê bi parêzeran re biaxivin, polîs dibin asteng. Dozger ji daxwaza me ya edaletê aciz in. Heke dozger ji vê yekê aciz bibin em ê berdewam bikin ku wan aciz bikin. Ji ber ku di holê de sûcekî mirovahiyê heye û heta ev dernekeve holê, kesên komkujî pêk anîn neyên darizandin em ê ji vir neçin. Me binçavkirin heta mirin jî daye berçavê xwe. Em ê edaletê pêk bînin pişt re biçin mala xwe.”   Ferît,  piştî axaftinê bi dayika xwe re çalakiya xwe domand.    'Ew ê çerxa zilmê bê şikandin'   Malbatê li ser hesabên xwe yên sanal ev parvekirin kir: “Ev tişta bi serê me tê ne EDALET e zilm e. Em ê li dijî vê zilmê bi hêviyê hebin. Ev çerxa zilmê wê li cihekî bişikê. Wê roja hesabdayînê were. Têkoşîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 100’î de ye.”