Dayikên Aştiyê ji bo piştevaniya Emîne Şenyaşar derketin ser rê 2021-06-16 13:29:46   STENBOL - Bi armanca piştevaniya Emîne Şenyaşar a 100 roj in bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire ,Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ber bi Rihayê ve derketin ser rê.     Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, ji bo ku piştevaniya Emîne Şenyaşar a 100 roj in bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire, bikin çû Rihayê. Ji Dayikên Aştiye Guler Bûgday, Cemîle Çîftçî, Perîhan Akbûlût, Gulşen Dag, Hîkmiye Onel û Bedîha Gozturk,  di nav rojê de wê derbasî ber Edliyeya Rihayê bibin û bi Malbata Şenyaşar re bên gel hev. Wê dayik ji bo demekê bi Emîne Şenyaşar re nobetê bigirin.    'Em ê bi piştevaniyê birînên hevdu bipêçin'   Ji dayikan Guler Bugday  ber bi Rihayê ve derket ser rê wiha got:"Em ê bi piştevaniyê birînên hevdu bipêçin. Ji bo hêsirên çavên dayikan neyên xwarê em ê têkoşîna xwe bidomînin."