Siyaseta li Mexmûrê îro li tevahiya Başûr tê meşandin 2021-06-16 09:07:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ked û bedelên mezin Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji dojehbûnê hat rizgarkirin. Wargeha ku bi helwesta xwe bû mînak bû hedefa hikûmet û dewletan. Polîtîkayên ku li hemberî wargehê tên meşandin niha li tevahiya Herêma Federal a Kurdistanê tên meşandin.   Yekcar rojeva kurdistaniyan êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê ne. Bêdengiya hikûmetên Iraq û herêmê dibe sedema berfirehbûna êrişan a li qadan. Ligel daxuyanî û bangewaziyên sazî, dezgeh û rêxistinan jî li hemberî êrişan bêdengiyek heye. Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî para xwe ji wan êrişan digire.   Bi taybetî di nava 4 salên dawiyê de li hemberî Mexmûrê 6 caran êrişên hewayî pêk hatin. Di encama êrişan de 12 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn. Li hemberî êrişan dîsa her du hikûmet û bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî (NY) bê helwest man, penaber bêparastin hatin hiştin.   Warê mişk û dûpişkan...   Di salên 1990 û 1994’an de şêniyên Botanê ji ber zext û zordariyan bere xwe dan axa Herêma Federal a Kurdistanê. Ev şênî di serî de li Şeraniş, Bêsêv, Bihêrê, Geliyê Qiyametê, Etruş, Nînovayê û Nehdaran û tevahî li 7 wargehan bi cih bûn. Herî dawiyê jî ji hêla NY’ê ve di sala 1998’an de Wargeha Penaberan Mexmûr hat avakirin. Cihê ku ji bo wargehê hat bijartin jî bi mar, mişk û dûpişkên xwe navdar bû û wek dojeh dihat binavkirin. Germahî û hişkesaliyê bandor li tevahiya jiyana penaberan dikir. Di destpêka avakirina wargehê de gelek zarok ji ber germahî, toz û bêaviyê jiyana xwe ji dest dan.   Bi înad jiyaneke nû hat afirandin   Êdî wargeh bibû warê wan û bi înad dest bi avakirina jiyaneke nû kirin. Dar hatin çandin, bîr hatin kolandin. Ji ber ku ava ji bîran hat derxistin bi bêhn û tal bû, ji neçariyê bi milê xwe ji Mexmûra xwarê ya Ereban av anîn wargehê. Roj bi roj kêmasiyên rojane li gorî derfetên heyî ji holê hatin rakirin. Di sala 1998’an de ji bo zarokan dibistan hatin avakirin. Ji bo çareseriya binesazî, av û pêdiviyên din li wargehê di sala 1998’an de şaredarî hat avakirin. Li wargehê kêli bi kêlî jiyaneke nû hat afirandin. Ji bo temsîliyet, çareseriya pirsgirêkan û pêşketinê her beşên civakê hatin bi rêxistinkirin.   NY li gorî berjewendiyên xwe tevdigere   Wargeha ku nêzîkî bajarê Mexmûrê di nav sînorên Herêma Federal a Kurdistanê de bû ji tunebûnê jiyanek, bajareke nû hat avakirin. Wargeha ku 13 hezar kes lê dijîn bi hewledan û xebatên xwe bû mînakek. Wargeh di fermiyetê de di bin çavdêriya Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Netewên Yekbûyî de ye. Yekser ji wargehê berpirse. Lê siyaseta ku demek dirêjê li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin di serî de bandorê li wargehê dike, helwest û nêzikatiya NY’ê ne li gorî rêgezên navneteweyî li gorî berjewendiyên wê teşe digire.   Bi êrişên DAIŞ'ê re rûbirû man   Mexmûr gelek caran bû mijara bazarê ya di nabera hikûmet û dewletan de. Ji ber vê sedemê jî gelek caran bi êrişan re rûbirû ma. Di 6’ê tebaxa 2014’an de bi êrişa DAIŞ’ê re rûbirû ma, wargeh di nav du rojan de hat valakirin û bi berxwedana Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ên wargehê mexmûrî carek din vegeriyan wargeha xwe.   Wargeh 6 caran hat bombekirin   Ligel êrişên DAIŞ’ê ji sala 2017’an ve Tirkiye 6 caran bi balafirên şer û keşfê wargeh bombebaran kir. Di 6’ê kanûna 2017’an de Mexmûr hat bombebarankirin û 5 endamên HPC’ê jiyana xwe ji dest dan. Di 13’yê kanûna 2018’an de di encama êrişan de Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dan. Di encama êrişa di 18’ê tîrmeha 2019’an de pêk hatî de 2 kes birîndar bûn. Dîsa 3 kes jî di 15’ê nîsana 2020’î de di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dan.  Di êrişa 15’ê hezîrana 2020’î de pêk hatî tu ziyanek çênebû. Herî dawiyê jî di 5’ê hezîrana 2021'ê de êrişek li hemberî wargehê pêk hat û tu kes birîndar nebû.   Ambargoya li Mexmûrê hêj didome...   Divê ambargoya li hemberî Mexmûrê jî neyê jibîrkirin. Di 17’ê tîrmeha 2019’an de piştî li restoranteke Hewlerê rêveberekî Rêxistina Îstixbarata Milî (MÎT) ya tirk hat kuştin û rêveberiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) wargeha Mexmûrê dorpêç kir û ambargo danî ser Mexmûrê. Ambargoya hikûmetê heta îro jî didome. Mexmûr yekcar hatiye îzolekirin û têkiliyên rojane jî tên astengkirin. Nexweş, nikarin biçin nexweşxaneyan têdawî bibin. Xwendekaran perwerdeya xwe nîvco hiştin. Gelek karker ji kar hatin derxistin û nehiştin biçin ser kar. Karkerên ku berê xwe didin bajarên din jî an tên binçavkirin û an jî tên girtin. Pêdiviyên rojane yekser tên astengkirin. Bi vîrûsa koronayê re jî rewşa wargehê bêtir xeternak bû. Aborî, derûnî, şert û mercên jiyanê bi nêzikatiya hikûmetan û NY'ê bêtir zehmet bûn.   Li seranserê herêmê heman siyaset heye   Wargeha Penaberan a Mexmûrê, di bin kontrola Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, dewleta Iraqê û ya Neteweyên Yekbûyî de ye. Ewlehiya wargehê li gorî siyaset û berjewendiya hikûmet û dewlatan diguhere. Li şûna ku NY serbixwe be  li gorî siyaseta demê û berjewendiyên xwe tevdigere. Siyaseta ku niha li hemberî Mexmûrê tê meşandin li seranserê axa Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin.