Dayikên Aştiyê: Têkoşîn bi şerê birakujiyê bi ser nakeve 2021-06-16 09:01:22     Medya Uren   MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê bal kişandin ser êriş û geşedanên li Başûrê Kurdistanê û wiha gotin:"Têkoşîn bi şerê birakujiyê bi ser nakeve. Berjewendiyên şexsî û eşîrî wê zirarên mezin bide destkeftiyên me yên bi salan. Em êrişên di vê rêyê de şermezar dikin."   Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bang li dayikên Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî talûkeya şerê navxweyî bibin dengek û gotin:"Divê hemû kurdên me yên Başûr jî şiyar bibin. Bi taybet dayikên Başûr rabin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Yên ku bikaribin pêşî li rijandina xwînê bigirin wê em bin. Em ê jî xwe li ber vî şerî bikin mertalên zindî."   'Ev êriş bi xwestekên Tirkiyeyê pêk tê'   Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Letîfa Akyuz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca êrişê û wiha got:"Ev êriş bi xwestekên Tirkiyeyê pêk tê. Ev yek her kes pê dizane. Cihê ku dewlet nikare bikevê PDK’ê dişîne û dike qurban. Ev sed sal in em terza wan dizanin. Lê PDK’ê ev tu carî fam nekir û fam nake. Bi lîstika dewleta tirk dixape. Tirkiye mafê kurdan binpê dike û qebûl nake. Hebûna kurdan jî înkar dike. PDK hevkariyê bi van kesan re dike. Hevkariyê bi xwînxwarên xwişk û birayên xwe re dike."   'Têkoşîn bi şerê birakujiyê bi ser nakeve'   Letîfayê da zanîn berjewendiyên şexsî wê zirarê bidin destkeftiyên gelê kurd û wiha domand:"Em êriş û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re erê nakin. Bila li dîrokê binêrin heta niha çend têkoşîn bi şerê birakujiyê bi ser ketiye? Têkoşîn bi şerê birakujiyê bi ser nakeve. Ew berjewendiyên welatê xwe naxwazin. Ew bi berjwendiyên eşîra xwe re ne. Ev tiştê herî talûke ye. Berjewendiyên şexsî û eşîrî wê zirarên mezin bidin destkeftiyên me yên bi salan. Em êrişên di vê rêyê de şermezar dikin."   'Em ê li hember şer xwe bikin mertal'   Letîfayê bal kişand ser girîngiya hişyariya gelê kurd û wiha got:"Divê hemû kurdên me yên Başûr jî şiyar bibin. Bi taybet dayikên Başûr rabin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Yên ku bikaribin pêşî li rijandina xwînê bigirin wê em bin. Em ê jî xwe li ber vî şerî bikin mertalên zindî. Em çi têkoşînê didin li hemberî kê didin divê em bizanbin. Ger em vêya baş nizanibin jî wê seqetî çêbibe. Ya ku niha PDK dike jî me dixe nava gumanan. Em weke dayik vê êrişê şermezar dikin."   'Kurd bi destên kurdan tên qetilkirin'   Dayika Aştiyê Semra Albay da zanîn ku kurdan ji ber sedema îxaneta navxweyî gelek carî wenda kirine û wiha pê de çû:"Bi sed salan e em têkoşînek mezin ji bo nasnameya xwe didin. Gelek caran ji ber îxaneta navxweyî me wenda kir. Her tim tenê ji ber van sedeman em bin ketin û em paşve çûn. Niha pirtûk û derfet hene ku ciwan dîroka xwe bizanibin. Divê em lê temaşe bikin, em ê bibînin ku tucarî ev şerê îxanetê bi ser neketiye. Îro bi polîtîkayên dewleta tirk kurd bi destên kurdan tên qetilkirin."   'Wê dîrok wan ji bîr neke'   Semrayê da zanîn ku dê şerê navxweyî serkeftinê paş ve bibe û wiha dewam kir:"Çiqas şermek mezin e em rexmê paşeroja xwe vê şerê îxanetê dikin. Çiqas şermeke mezin e ku em ewqas têkoşîn û bedelên xwe ber avê berdidin. Çiqas şermek mezin e ku em serkeftina xwe bi destên xwe paş ve dibin. Vê rastiyê herkes dizane wê ev îxaneta wan me bi sedsalan paş ve bibe. Wê destkeftiyên me birûxînin. Yên ku vê yekê pêk bînin jî dijminê ax û welatê xwe ye. Ew helwesta xwe jî nîşan didin. Wê dîrok tucarî wan ji bîr neke."   'Dem ew dem e ku em bibin yek'   Semrayê bal kişand ser taybetmendiya rihê yekîtiyê û wiha bi dawî kir:"Niha dem ew dem e ku em serkeftinê hembêz bikin. Dem ew dem e ku em bibin yek. Pêwîstiya me bi vê yekê heye. Destek nikare tiştekî bike. Divê bibin gelek dest. Ger em li hev kom bibin, tiştê em dixwazin em ê bi dest bixin. Weke ku Cegerxwîn dibêje 'ger em nebin yek em ê herin yek bi yek'. Divê bi taybet dayikên Başûr rabin û li dijî êrişên PDK'ê helwesta xwe nîşan bidin."