ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-16 09:00:00     * Bi ked û bedelên mezin Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji dojehbûnê hat rizgarkirin. Wargeha ku bi helwesta xwe bû mînak bû hedefa hikûmet û dewletan. Polîtîkayên ku li hemberî wargehê tên meşandin niha li tevahiya Herêma Federal a Kurdistanê tên meşandin.   *Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê bal kişandin ser êriş û geşedanên li Başûrê Kurdistanê û wiha gotin:"Têkoşîn bi şerê birakujiyê bi ser nakeve. Berjewendiyên şexsî û eşîrî wê zirarên mezin bide destkeftiyên me yên bi salan. Em êrişên di vê rêyê de şermezar dikin."DÎMEN HEYE   *Çanda kevnar a biteşekirina qambir bi destê jinên navçeya Hezexê heta roja îro berdewam dike. Jina bi navê Xemê Ergûn, anî ziman ku ev çand ji dapîr û dayika wê maye û got: “Em ê heta dawiyê çanda xwe bidomînin û dev ji çanda xwe bernadin.” DÎMEN HEYE   *Fatoş Îrwen a ji ber tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bû sê salan li Girtîgeha Amedê girtî ma, xebatên bi navê ‘Ji derveyê dema asayî’ di depoyê de bi pêşangehekê derxist pêşberî hezkiriyên xwe. Fatoşê der barê xwe, xebatên xwe de ji ajansa me re nirxandin kir. Wênesaz û mamoste Fatoş Îrwen di xebatên xwe yên Depo û Hunera Dijber de pêşangeha xwe ya bi navê ‘ji derveyê dema sayî’  vekir û heta 27’ê Hezîranê wê bidome. Şahidî, edalet û merhamet naveroka pêşangeha wê ava dike. DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku bi 4’emîn pakêta darazê re armanca pêşîvekirina şîdetê û bêdengkirina jinan tê kirin û wiha gotin: “Dewlet hewl dide peywira xwe bide ser milê me. Em bi qanûnên nû yên dewlet derdixin bawer nakin. Ji ber ku hewl didin zêdetir qanûnên îslamî derxin. Paşeroja şîdetê ya mêrên li meclîsê jî heye. Ji ber vê em bawer nakin.” DÎMEN HEYE   *Ji Heyeta Aştiyê Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir a çûyina wê ya Hewlêrê ji aliyê Hukumeta Elman ve hat astengkirin da zanîn Hukumeta Elman hewil dide piştgiriyê bide şer û got dixwazin îradeya kurdan bişkînin. Cansuya ku di heman demê de bal kişand ser hevkariya KDP-Tirkiyeyê wiha got:"Armanc ew e ku PKK'ê wekî hincet nîşan bidin û destkeftiyên li her çar parçeyan teswîye bikin."   *Sema Yuce got ez dixwazim bibim xwendevanek jêhatî ya Mazlum û Zîlanan. Wê xwe bi tava Zîlan şuşt. Evîna xwe ya mezin a ji bo azdiyê nîşan da. Ne tenê bû xwendevanek jêhatî, ew bû mamosteyek çeleleng jî, ango niha jî ronahîyê dide Rojhilata Navîn. Di 23'yemîn salvegera Sema Yuce de dayika wê Zennure Yuce wê bi gotina "Ez bi keça xwe her serbilind im" bi bîr tîne. DÎMEN HEYE