HDP’ê ji bo balkişandina ser tecrîdê bi gel re civiya 2021-06-15 16:20:49   AMED - Rêxistina HDP'ê ya bajarê Amedê ji bo balkişandina ser tecrîd û çalakiya grevên birçîbûnê bi gel re civiyan. Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag, diyar kir ji bo parastina destkeftiyan divê kurd bibin yek.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in di bin tecrîda girankirî de ye û her wiha ji bo piştgirî dayîna çalakiya grevên birçîbûnê bi gel re civiyan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, wekîla hevseroka bajêr a HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, hevseroka Yenîşehîrê Remziye Sizici û endam û rêveberên rêxistina bajêr beşdar bûn. Şande li gundên Qamişek, Eynetiya Jor û Bahçelîevlerê ku girêdayiya navçeya Yenîşehîrê serdanên xwe pêk anîn. Di komcivîna gel de pirsgirêkên welatiyan guhdarkirin û li ser tecrîd û grevên birçîbûnê nirxandin hatin kirin.    ‘Em tecrîdê qebûl nakin’   Di serdana gundan de parlamenter Dêrsim Dag axivî û destnîşan kir ku ji bo ku Gelê kurd nebin yek hertim şer û aloziyek tê derxistin û wiha axivî: “Ji dîrokê ve heya niha parçebûnek xistin nav me kurdan û ji bo ku yekitiya me çênebe hertim polîtîkayên qirêj hat meşandin. Çavkaniya êrîşên xwe jî ji tecrîda Îmraliyê digire. Tecrîd li Îmraliyê dest pê dike lê li hemû Rojhîlata Navîn di bin tecrîdek mezin de ne. Îro em her roj di bin tecrîdê de ne. Tecrîd tune hesab kirin e, nenas kirine. Zimanê kurdan nayê naskirin, hebûna kurdan nayê naskirin û îradeya kurdan nayê naskirin. Em ê xwedî rêberê xwe, ziman û hebûna xwe derkevin. Em ê tecrîdê qebûl nekin.”   ‘Em ê bi yek deng daxwazên xwe bang bikin’   Dêrsim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiyê û got: "Di pêşiyê de divê em yekitiya xwe ava bikin. Li dijî şerê birakujiyê divê bi lez û bez îtîfaqa kurdan pêk bê. Em ê li Amedê 17’ê hezîranê de werin gel hev û banga yekitiyê bikin. Banga şikandina tecrîdê bikin. Em dixwazin gelê me tevlî xebatên me bibin. Ji bo em deskeftiyên xwe biparêzin pêwiste ku ew rojê li wê qadê bibin û bi yek deng daxwazên xwe binîn ziman."   Virüs bulunmuyor. www.avast.com