Pervîn Bûldan çû serdana malbata Fîgen Yuksekdag 2021-06-15 15:16:43     EDENE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan û heyeta bi wê re çû serdana malbata Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" hatina gel hevdu ya bi jinan re didomîne. Meclîsa Jinê ya HDP'ê vê carê çû serdana karkerên jin ên li Atolyeya Tekstîlê ya Fevzî Paşa Efeler a Seyhana Edeneyê dixebitin. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Tulay Hatimogullari, Fatma Kurtulan, Hevseroka Partiya Rizgariya ji nû de (SYKP) Canan Yuce û gelek jin beşdarî serdana jinên kedkar bûn. Pervîn Bûldan û heyeta ku bi karkeran yek bi yek axivîn piştre daxuyaniya çapemeniyê dan. Niha temasên heyetê li Ceyhanê didome.    Heyet piştre çû serdana malbata Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F Kandirayê tê girtin.    Piştî sohbetên di serdanê de hat kirin dê heyet biçe serdana jinên li ser erd dixebitin.