Parlamentoya Kurdistanê: Em tu komên bi navê aştiyê qebûl nakin 2021-06-15 12:37:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên Herêma Federal a Kurdistanê ji bo êrişên li hemberî herêmê xwestin bi Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê re hevdîtinê bikin. Lê Serokatiya Parlamentoyê bi bersiva “Em tu komên bi navê aştiyê qebûl nakin” hevdîtin red kir.    Li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê Dayikên Aştiyê yên Başûr ku wekî “Dayikên Laçik Spî” tên pênasekirin di 12’yê hezîranê de serî li Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê dan lê daxwaza hevdîtina dayikan hat redkirin.    Serokatiya Parlamentoyê jî 14’yê hezîranê bi rêya sekretera Seroka Parlamentoyê, bi devkî bersiv da dayikan û got: "Em tu komên bi navê aştiyê qebûl nakin, hevdîtinê pêk nayînin.” Li ser vê bersivê Dayikên Aştiyê nekarîn biçîn parlamentoyê.   Dayikên Aştiyê her wiha xwestin ku bi firaksiyonên hinek partiyên li parlamentoyê re jî hevdîtin bikin, lê ew firaksiyon jî erênî nêzîk nebûne û daxwaza hevdîtinê red kiriye.