Li Mexmûrê koma 91'emîn greva birçîbûnê dewir girt 2021-06-15 11:27:16     MEXMÛR - Li wargeha Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 91’emîn dewir girt.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 180 roj in berdewam dike îro koma 91'emîn dewr girt.    Merasîma dewirgirtina çalakiya gireva birçîbûnê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin.   'Li hemberî lîstikan bêdeng nemînin'   Li ser navê koma 90’emîn Nêrgiz Ozdemîr di serî de xêrhatina gel kir û wiha got: ‘’Weke hun jî dizanin dijminê faşîst û qirker her roj êrişî Gelê Kurd dike. Bi taybet pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin li hember tevgera azadiyê şerekî pir giran tê meşandin. Li hember hemû êrişên heyî jî gerîllayên azadiya Kurdistanê berxwedaniyek pir mezin dikin û planên dijmin vala derdixin. Mînaka vê ya herî berbiçav jî li Zap, Metîna û Avaşîn tê dayîn. Ji bo vê divê Gelê Kurd li hemberî van lîstikên dewleta tirk bêdeng nemîne. Divê pêvajoyê de divê bi taybet ciwan xwedî li erk û berpirsyariya xwe derkevin. Weke tê zanîn heta niha jî dijminê dagirker di êrişên xwe de li çiyayên Kurdistanê çekên kimyayî bi kar anîne, ev jî nîşaneya têkçûna li hember gerîllayen û tevgera azadiyê ye.’’    Nêrgiz Özdemîr di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî ciwanan kir û wiha axivî: ‘’Bangawaziya me ji bo tevahî ciwanan û bi taybet jî ji bo ciwanên başûrê Kurdistanê ye. Bila derkevin qadan û helwesta xwe li dijî dagirkeriyê nîşan bidin. Wê êrîş bi rihê serhildana gelê şoreşger têk biçin û bi rihê tolhildanê em ê serkeftinê tacîdar bikin.’’   Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘Bijî Berxwedana Avaşîn’’ bi dawî bû.