ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'Ê 2021-06-15 09:00:00     * Rêxistinên hiqûqî der barê grevên birçîbûnê yên bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin hat destpêkirin û di roja 201’ê de didome de bang kir û got: “Ev polîtîkaya tecrîdê, destpêka polîtîkaya ku civakê bi polîtîka tecrîdê bi rê ve dibe ye. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe.”  DÎMEN HEYE   *Parêzera Komeleya Ewil Zarok û Jin Nîlda Baltali, bertek nîşanê sererastkirinên di 4’emîn pakêta darazê ya ji aliyê AKP’ê ve hatiye amadekirin û di îstîsmara zarokan de li delîlên şênber digerin, da û got: “Di îstîsmara zarokan de delîla şênber îfadeya zaroke. Em neçarin ji bo mafê zarokan têkoşînê mezin bikin.”    *Jina bi navê A.A ku bi komkirina xurde û alavên ji plastîkê debara xwe dike, 4 zarokên wê ji aliyê dewletê ve li wargehê hatin bicihkirin. A.A ku bi du zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide, diyar kir ku ji bo zarokên xwe bigire ne pêkan e şertê wê baş bibin û got serî li saziyên dewletê daye lê bersivek erênî negirtiye. DÎMEN HEYE   * Koçerên ku havînê li zozanan û zivistanê li deştan derbas dikin, malên wan li ser pişta wan in û jiyanek zehmet derbas dikin. Bêrîvanên ku li zozanên Feraşînê konên xwe vedane, gotin: “Jiyana koçberiyê zehmete, lê belê ew qas jî xweşe. Zehmet be jî em ji koçeriyê hez dikin.”DÎMEN HEYE