'Dema mijar dibe kurd û HDP her rêyê ji xwe re rewa dibînin' 2021-06-14 14:54:36   ENQERE - Derbarê Doza Kobanê de Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, anîn ziman dema mijar dibe kurd û HDP her rêyê ji xwe re rewa dibînin û gotin:"Desthilata AKP’ê wê encama ku dixwaze qet bi dest nexe."   Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, piştî navbera 3’emîn danişîna Doza Kobanê ku 28 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan.    'Dema mijar dibe kurd û HDP her rêyê ji xwe re rewa dibînin'   Destpêkê Mîthat Sancar axivî û ev tişt got: “Di dozê de bi geşedanên nû re divê mirov nirxandinên nû bike. Di vê dozê de rebentiya hikûmetê heye. Rexmî ku li holê bi sedan sûc hene jî dozger nakevin tevgerê lê dema ku mijar dibe kurd û HDP her rêyê ji xwe re rewa dibînin. Desthilatê bi vê dozê li dijî civakê şer daye destpêkirin. Tu hêz nikare di şerê li dijî bîrê de bi ser bikeve. Hevalên me yên tên darizandin maf û azadiya xwe diparêzin. Ji ber vê ne pêkan e ku hikûmet qezenç bike. Wê kesên li ber xwe didin qezenç bikin. Ji bo veşartina sûcên ku kirine kurdan û HDP’ê hedef nîşan didin. Em ê mezinkirina têkoşîna edaletê bidomînin.”   'Desthilata AKP’ê wê encama ku dixwaze qet bi dest nexe'   Piştî Mîthar Sancar, Pervîn Bûldan jî axivî û ev nirxandin kir: “Kesên ku li ser kursiyê bersûc rûniştî ne aktorên siyasî yên demê ne. Wextê têkoşîna aştî û demokrasiye didan. Biryarên ku di vê dozê de bên dayîn wê pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê eleqedar bike. Em hêvî dikin ku ev biryar li gorî hiqûq û demokrasiyê bin. Bi fermanên ku dadgeran girtiye em dikarin bibîbinin ku wê doz çawa bi encam bibe. Li vir ne tenê kurd û hevreyên wan, ne tenê HDP dildarên HDP’ê jî tên darizandin. Mesele ne tenê kurd in. Mesele pêşeroja Tirkiyeyê ye. Ji ber wê em dibêjin ku desthilata AKP’ê wê ji vir encama ku dixwaze qet bi dest nexe.”