Emîne Şenyaşar: Malbata min qetil kirin û li çepikan dan 2021-06-14 13:28:33     RIHA - Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "edaletê" çalakiya rûniştinê li dar dixe wiha got:"Malbata min li nexweşxaneyê qetil kirin û li çepikan dan. Komkujiya hatiye kirin tê veşartin."   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya Hilbijartina Giştî ya di 24’ê Hezîrana 2018’an de di 14’ê Hezîranê de xizm û alîgirên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargeha Malbata Şenyaşar û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê êrişî ferdên malbatê kir û ji heman malbatê Hacî Esvet Şenyaşar û du lawên wî Celal û Adil qetil kirin. Di bûyerê de birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî jî hat kuştin. Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û ev sê sal in girtî ye. 3 sal ji ser êrişa li dijî Malbata Şenyaşar derbas bû lê hêj kujer nehatine darizandin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ji bo edalet pêk were 98 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin.    Malbat di salvegera komkujiyê de îro jî serê sibehê hatin ber edliyeyê û çalakiya xwe domand.    ‘Malbata min li nexweşxaneyê qetil kirin û li çepikan dan’    Emîne Şenyaşar anî ziman ku 3 meh in ew li ber edliyeyê li edaletê digerin û wiha got: “Li ber edliyeyê bera me dan, li me dan, me xistin nezaretxaneyan, me derxistin dadgehan. Lê yên ku komkujî pêk anîne serbest digerin. Kurê min Fadil 3 sal in bi tena serê xwe di hefsê de ye. Em çûn ku derê jî lê me edalet nedît. Çima qeydên nexweşxaneyê dernaxin û komkujiyê vedişêrin? Malbata min li ber nexweşxaneyê qetil kirin û li çepikan dan. Bila kujer werin girtin. Ev 3 sal  in min çi kir jî lê min edalet nedît. Ez heta Enqereyê çûm jî lê edalet nîne. Dozger çima vê komkujiyê vedişêrin? Çima vê yekê li me dikin? Malbata min qedandin.”    ‘Em dixwazin her kes piştevaniya vê qîrîna edaletê bike’    Ferît Şenyaşar jî bi bîr xist ku îro salvegera komkujiya li dijî malbata wî pêk hatiye ye û wiha got: “Parlamenterek û eqrebayên xwe li ber nexweşxaneyê 3 ferdên malbata me qetil kirin. Ji ser vê komkujiyê 3 sal derbas bûn. Dosya li ber destên serdozger e û hêj doz venekiriye. Têkildarî êrişê kes negirtine. Ev sê meh in em edaletê dixwazin. Niha Serdozgerê Komarê yê Rihayê kujeran diparêze û sûc dike. Dibe şirîkê sûc û wezîfeya xwe nebaş bi kar tîne. Heke rojek edalet pêk were wê ev dozger û dadger jî werin darizandin. Em ê giliyê wan bikin. Em ê dest ji doza xwe ya mafdar bernedin. Em îro neçûn goristanê. Çimkî tenduristiya diya min nebaş e û êdî nikare tiştên hatine serê wê ragire. Ev 3 meh in dayikek li ser peyarêyê li edaletê digere. Em dixwazin her kes piştevaniya vê qîrîna edaletê bike.”    Nobeta malbatê ya li ber edliyeyê berdewam dike.