Li Mexmûrê 179 roj in çalakî didome: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 2021-06-14 12:07:24     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatî destpêkirin, di roja 179’an de didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakî 179 roj in berdewam dike û gelê wargehê îro seredana çalakvanên greva birçîbûnê kirin.     Li ser navê gelê wargehê Hazim Şirnexî axivî û got: "Hemû kes ji dizanê em di pêvajoyêk pir girîng de ne, êrişên dijmin hem li qadên gerîla, wargehê û hem ji li hemberî Gelê Kurd ên azadîxwaz didome. Em wek gelê wargehê parçeyêk ji we ne, ji wan hemû êrişan para xwe digirin. Her êrîşa ku li ser têkoşîna me çêdibe, ji ser wargehê ji dibe. Êrişên li ser wargehê çedibin sekin, îradê û berxwedana wargehê hîn xortir dike. Pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' ku ji bo Rêber Apo hatî destpêkirin li çar parçeyên Kurdistanê û cîhan gel xebat dimeşîn. Dijmin jî ji bo ev pêngav sernekevê hemû aliyan de êriş dike û dixwazê rojevê bi guherê. Armanc dike ku şerê birakujî derbixe û nahelê kurd divê sedsalê de bigihîn hev. Ew berxwedan û keda wê bigihijê serkeftinê û Serok Apo azad bibe, em ê bihevra rojên azad bijîn."   Li ser navê çalakvanên greva birçibunê jî Ronî Sêrt axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em ji wek koma greva birçibûne xer hatina wê dikin. Bê guman ev rojên têng ku dijmîn êrişên xwe li ser me dike, ev dide nîşan kirin ku binketina we herdem û demêk nêz de ye. Tişta ku dikeve ser milê li hemberê êrişan berxwedana xwe mezin bikin û taybet gel û ciwan hêza xwe bikin yek û li hember dijmin li ber xwe bidin.”