4 siyasetmedarên jin sewqî edliyeyê hatin kirin 2021-06-14 11:03:26     COLEMÊRG - 4 jinên siyasetmedar ên li Navçeya Şemzînanê û li Colemêrgê di 11'ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.   Li navenda Colemêrgê û li Navçeya Şemzînanê di 11'ê Hezîranê de di çarçoveya lepîrsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hatibû destpêkirin 4 jinên siyasetmedar bi operasyona polîsan hatin binçavkirin û piştî li Muduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê îfadeya wan hat girtin sewqî Edliyeya Colemêrgê hatin kirin.    Wekî hinceta binçavkirinê jî faliyetên TJA'yê û daxuyaniya têkildarî Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedem ku Îpekê xwe bikuje, hatin nîşandan.    Navên jinên siyasetmedar ên hatin binçavkirin wiha ne: Hevseroka HDP'ê ya Navenda Navçeyê Sînem Seven, Berdevka Meclîsa Jinê ya Colemêrgê Zeynep Kaya, Hevseroka HDP'ê ya Şemzînanê Sozdar Atil û Hevseroka HDP'ê ya serdema berê  Sipan Turan.