Emîne Şenyaşar: Edalet tune ye zilm heye 2021-06-14 09:03:35     Derya Ren   RIHA - Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di 4’emîn salvegera komkujiyê de axivî. Emîneyê wiha got: “Yên zarokên min qetil kirin li Pirsûsê serbest digerin. Min got belkî edelet di bin betonê de ye ez bikolim derxim. Me got edelet di bin hîmê edliyeyê de ye û ez çûm wir. Lê edelet li wir jî tune bû. Bi vê dewletê re edelet tune ye, tenê zilm heye.”   Li navçeya Pirûs a Rihayê beriya hilbijartinên 28’ê Adara 2018’an di 14’ê Hezîranê de, Haci Esvest Şenyaşar û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Di ser bûyerê re 4 sal der bas bûn. Fadil Şenyaşar yê di bûyerê de bav û du birayên wî hatin kuştin, di runiştina dawî ya di 2’ê Nîsanê de hat dîtin  37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Birayê parlamenterê AKP’ê Enver Yildiz jî jê re 18 sal ceza hat dayîn. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û zarokên wê hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar yê di bûyerê de birîndar xilas bû, ji bo edeletê têkoşînek mezin didin. lê her carê destvala vedigerin.   Nobeta edeletê dan destpêkirin   Malbat di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya runiştinê kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di 4’emîn meha çalakiyê de ne û di vê pêvajoyê de 4 caran hatin binçavkirin. Ji roja çalakî dane destpêkirin,  gelek kes, sazî ji bo piştevaniyê çûn serdana wan. Emîne Şenyaşar di 4’emîn salvegera komkujiyê de axivî.   ‘Ji girî çavê min nedît’   Emîneyê got beriya komkujiya malbata wê di nav aramiyê de djiya, zirara wan ji kesî re tunebû û wiha got: “Em hemû di avahiyekê de rudinişitin. Sibehê diçûn karê xwe êvarê dihatin. Carna zarokên min ji bo gogê bilîzin diçûn derve. Piştî zarokên min hatin qetilkirin min ew gog veşart. Ji roja komkujî çêbû xewa min nayê. Dermanên xewê dane min ku ez razêm. Ji girî çavê min tarî bûne. Divê ez emelyet bikim. Ji bo min jiyan nema. Min got belkî edelet bê, ji bo vê sê mehe li ber edliyê me û em ketin meha 4'an . Kurê min yê din girtiye, di hucra yek kesî de ye. Kesên zarokên min qetilkirin li Pirsûsê digerin. Bêguneh zarokên min qetil kirin.”   ‘Edelet tune ye’   Emîneyê wiha dirêjî dayê: “Beriya bûyerê tu nexweşiyên min tunebûn. Lê piştî komkujiyê, nexweşiya dil derket, çavê min tarî bûn. Hemû malbata min belav bû. Ez û du kurê xwe mane. Zarokên min qedandin. Ez qediyam. Kurê min girtî ye. Her cara ez diçim hevdîtinê ez fêm dikim ku dewlet tune ye. Edelet tune ye. Me serî li her derê da lê edelet tune ye. Min got belkî edelet di bin betonê de ye ez bikolim. Min got belkî edelet di bin hîmê edliyeyê deye. Lê ez çûm li wir jî tunebû. Min got belkî kurê min berdin lê edelet tunebû. Bi mehane li ber edliyeyê me. Ji bo edeletê. Lê pêk nehat. Em sibehê ji Pirsûsê dikevin rê. Gelek caran beyî hincet em hatin binçavkirin. Piştre me berdidin. Li vî welatî tenê zilm heye. Dozger derî digire me nagire hundir.”   Emîneyê der barê komkujiya li nexweşxaneyê hatiye kirin de axivî û got divê demildest qeydên nexweşxaneyê derkevin holê û wiha dawî lê anî: “Dozger me guhdar nake.Çima qeydên me dernaxin?Ez li vir rudinim, ji bo edeletê. Ev êş wê min bikuje. Çima zarokên min qetil kirin. Kurê min kes nekuşt. Yên zarokên min qetil kirin ji Xweda bibînin. Bila kurê min yê girtî berdin. Ez bi saya kurê xwe li ser piya me.”