Muhteber Bor heta dawiya jiyana xwe di eniya pêş de bû 2021-06-14 09:01:21     Hîkmet Tunç   WAN - Jiyana dayika aştiyê Muhteber Bor bi têkoşînê tije ye. Bi sekna bi biryar û înadê di çalakiyan de di eniya pêş de cih digirt û di seranserê jiyana xwe de bi birardariyeke mezin têkoşîna xwe berdewam kir.   Dayika Aştiyê Muhteber Bor (60) tevî temenê xwe di her şert û mercî de li dijî zilmê li eniya pêş berteka xwe nîşan da û di 10’ê Hezîranê de di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Zarokekê Muteberê tevlî PKK’ê dibe û piştre jiyana xwe ji deste dide. Zarokekî wê jî 27 sale girtî ye. Muhteber ku ji bo zarokên xwe heta dawiya jiyana  xwe qad terk nekir,  xuşka wê  Safiye Bor têkoşîna wê vegot.   Cenazeyê zarokê xwe nedît   Muhteber li Feraşîn ya girêdayê Elkê ya Şirnexê tê dinê û di salên 90’î de ji ber zextên dewletê ew jî wek hezaran Kurdî ji warê xwe dibe. Ji ber koçberiyê tê li taxa Xaçort a navçeya Îpekyol a Wanê bi cih dibe. Lê dewlet li vir jî wan rehet nahêle. Ji ber zextên dewletê du zarokên wê yên diçin lîseyê tevlî PKK’ê dibin. Kurê wê yê mezin Fuat Bor di encama îxbarekê de cezayê muebetê lê tê birîn û 27 sale girtî ye.  Kurekî wê di 2018’an de li Şirnexê di pevûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Muhteber agahiya kurê xwe ji televîzyonê digire. Li ser agahiyên bidest dixe bi salan serî li dozgerî û saziyên têkildar dide û dixwaze cenazeyê kurê xwe bigire.  Lê cenazeyê kurê xwe nabine.   4 sal bû kurê xwe yê girtî nedidît   Muhteberê ku polîtîkayên înkar û îmhayê ji kûrahî jiya, tevî hemû zext û zilmê tevlî çalakî û bernameyên li qadan bû. Muhteber ku xwedî karekterekî xurt bû, tevî temen, bi sekn û cesareta xwe bandorek mezin li ser kesên derdora xwe dike. Tevî hemû polîtîkayên zext û zilmê, ew bi hesreta aştiyê jiya û 4 sal bû nikaribû biçe hevdîtina kurê xwe Fuat.   ‘Yekane xeyala wê bidawîbûna hesreta Feraşînê bû’   Xwişka wê Safiye Aslan da zann ku xwişka wê Muhteberê gelek êş kişandiye û wiha vedibêje: “Xwişka min tevî êşên ku jiyan, tu car êşa xwe nîşan neda. Digot ‘ez jî wek her kesî me. Hemû Kurd heman êşê dikşînin’.Bi van gotinên xwe her tim serbilind bû. Em çar xwişk bûn. Beriya ku em ji Feraşînê koç bikin, jiyana me pir xweş bû. Ji ber vê xeyala xwişka min ev bû ku hesreta Feraşînê bidawî be.”   ‘Xeyalên wê jî nîvco man’   Safiyeyê di berdewamiyê de got Muhteberê di du salan de ewil zarokê xwe piştre jî hevjînê xwe ji pençeşêrê winda kiriye û wiha dirêjî dayê: “Rojek rehet nedît. Nejiya. Lê tevî her tiştî gelek bi cesaret bû.Tevlî hemû çalakiyan dibû, tevlî 8’ê Adarê, Newrozê dibû. Di eniya herî pêş de cih digirt. Hestên xwe tu car nedida der.  Min qet nedît ku ew giriya. Êşa xwe avêt dilê xwe. Carna min digot ‘bigirî bila dilê te vala be’. Digot  ‘Ez dayikek Kurd im’.Wek her dayika Kurd, xeyal, hesreta Muhteberê jî nîvco man.”    ‘Wê zarokên me aştiyê bibînin’   Safiyeyê di dawiya axaftinê de bi lêvkir ku ew aştiyeke bi rumet dixwazin û wiha dawî lê anî: “Gelo wê ev şer heta ku derê bidome.  Hîna wê çend kes beyî ku aştiyê bibînin, bimrin. Divê Kurd bibin yek. Em nebînin jî wê teqez zarokên me aştiyê bibînin. Ez bi hemû dilê xwe bawer dikim.”