'Heta ku heq cihê xwe bigire têkoşîna me dê bidome' 2021-06-13 12:49:21   RIHA - Emîne û lawê xwe Fertî Şenyaşar, ên ku ji ber qedexeya derketina derve îro li mala  xwe çalakiya xwe ya "Edaletê" didomînin gotin het  "Heq cihê xwe bigire" ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du lawên wê hatin kuştin û lawê wê yê ku di êrîşê de birîndar xilas bû Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya bi daxwaza "Edaletê" di roja 97'an de didomînin.    Malbat ji ber qedexeya derketina derve îro li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe berdewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê tuwîtirê di parvekirina kir de ev peyam weşand: "Sibe 14'ê Hezîranê ye salvegera êrîşa ku li cihê kar û li nexweşxaneyê li malbata me hat kirin e. Êrîş dê bikev sala xwe ya 4'an. 3 mirov li nexweşxaneyê hatin kuştin û li ber kamerayan ev kuştin pêk hat. Heta ku heq cihê xwe bibîne dê têkoşîna me ya ji bo "Edaletê" li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike."