Li Mexmûrê koma 90'î greva birçîbûnê dewer girt 2021-06-13 10:46:14   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 90’î dewir girt.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 178 roj in berdewam dike îro koma 90'î dewr girt. Beriya koma nû dest bi çalakiyê bike ji bo giyanî tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.   ‘Heta Rêber Apo azad nebe pirsgirêk çareser nabe’   Li ser navê koma 89’emîn Mamoste Evîn Tayboga axivî û got:” Em li ser navê çalakvanan, hemû çalakvanan û bi taybet çalakvanên hevalên me ku niha di çeperên şerde li ber xwe didin, çalakvanên di zindanên dijmin de li hemberî hemû şert û mercên zehmet de li berxwe didin û di heman demê de berxwedana gelê me yê ku li hember zor û zilmê daye destpêkirin slav dikin û di berxwedana wan de serkeftinê ji wan re dixwezin. Li seranserî Kurdistanê Rojhilata Navîn bi giştî em di nava şerekî bê hempa de ne. Pêwiste Gelê Kurd li hemberî hemu cure êrîşan hişyar bE û li Rêber Apo xwedî derbikeve. Ji ber ku kilîla çareserîyê li îmraliyê ye. Heta Rêber Apo azad nebe pirsgirêka heyî ya Rojhilata Navîn û pirsgirêka tevahî civakê jî çareser nabe."   ‘Berpirsên mafên mirovan bila xwedî li erka xwe derkevin’   Mamoste Evîn Tayboga axaftina xwe wiha domand û got:” Em weke şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî heta azadiya Rêber Apo misoger nebe em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Banga me ji bo tevahî aliyên demoqrat e ku her yek ji aliyê xwe ve çalakiyan bike û bitaybet jî yên ku xwe ji mafên mirovan berpirsiyar dibînin bila li erka xwe  xwedî derên.  Em hêvîdarin çalakiyên ku tên kirin bibin wesîleya azadiya Rêber Apo û azadiya tevahî Gelê Kurd."    Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bê serok jiyan nabe","Bimre îxanet" û "Bijî Berxwedana Zîndanan" bi dawî bu.